Print this page

Ziman alava peywendî û danûstandinê ye

 

 2017-08-20

Rojava News:ziman nîşana hest û nestên netewî ye,ziman nasname ya mirov û çanda wî ye .Li zimanên cîhanî de gelek zarava hene lê zimanek resen jî heye dihêle ku hemû ji hev têbikhin û peywendî bi hev re bikin  ji rojhelat ta roj ava û başûr ta bakur .û di zimanê kurdî de gelek zarava hene lê zimanek resen nîne da ku çwer parçên Kurdistan ê ji hev fêm bikin, ne bi tenê ziman lê giha astekê ku rêziman jî cûda ye di navdera zaravan de wek zarava ya kurmanca jêrîn û jorîn .piraniya mamoste û pispor ên zimanê kurdî dibijin nebûne dewleta kurdî hişt ku zimanek resen li cem tune be û herwiha bindestbûna kurdan û bandora dujmin li ser wan ew jî sedemek bû ku ziman û çanda kurdî winda bibe.

Pispor di warê zimên de Bavê saman dibîne ku zimanê kurdî  gelek dewlemend e û ji ber nebûna dewlet û desthilata kurdî, ziman winda bûye û hêviya xwe di Herêma Kurdistanê heye da pispor û mamoste li hev kombikin û ferhengeke hevbeş çêbikin.

Herwiha, mamoste yê zimanê kurdî Mustefa Qadî  jî dibêje nebûne dewlet hişt zimanek resen nebê ,û derbarê Roj avayê kurdistanê got dûrbûna herêman ji  hev û ne têkeliya civakî bû sedem zarava ji hev cûda bin.

Ta vê demê zimanê kurdî tijî alozî  û pirsgirêkin wek rênivîs ,rêziman,zarava û yek peyvan tê lê divê zimanzan  û pispor li hev bicivin da ku zimanê kurdî  bighînin kerwanê zimanên cîhanî.