Rojava News: Çavên xwe bigre û xeyala xwe bikar bîne. Şeveke sar a zivistana Hewlêrê ye û te xwe di konekî de pal daye ku egera şewitandina wî heye. Erda te xwelî ye û zarokên te xwe bi sobeya petrolê ya ku jehra duyem oksîda karbon derdixe, germ dikin.
Çavên xwe bigre û xeyala xwe bikar bîne. Tu nizanî ka gelo tu dikarî derman ji kurê xwe yê sê salî re, ku nexweşiyê laşê wî ji derb xistiye û tu pê re di bin eynî lihêfê de radikevî, peyda bikî yan na.
Çavên xwe bigre û xeyala xwe bikar bîne bê çawa heta duh tu xwediyê maleke mezin û xweş bûyî, heta roja ku şeytan derbasî bajarê te yê kevnar bû û ew pelixand û wêran kir. Di nava şev û rojekê de, tu bêkar mayî û siberoja te nediyar e.
Dibe ku ev kêlîkên kêm ên xeyalê te xemgîn û perîşan bikin, êdî çi bi te dihat eger tu çend mehan di bin konekî penaberan de bijiyayî!.
Ez baş dizanin ku niha gelek kes hevsoziya penaber û derbideran dikin. Lê belê çend rastiyek heye divê bên zelal kirin da em mezinahiya rastîn a kirîza penaberan fam bikin.
Rastiya yekem: Li gorî statîstîka dawî ya NY, hejmara derbideran 2 milyon û 300 hezar kes e ku piraniya wan li Parêzgeha Dihokê ne.
Rastiya duyem: WFP (Bernameya Xwarinê ya Cîhanî) ya girêdayî NY karîbû xwarinê ji dora milyon û 700 hezar derbiderî re peyda bike. Lê niha şiyana wê kêmtir dibe û pêwistiya wê bi 240 milyon dolaran heye da xwarinê heta dawiya îsal ji wan re peyda bike.
Rastiya sêyem: Li gorî statîstîkên dawî, hejmara şêniyên Dihokê, 2 milyon û 120 hezar mirov e ku 820 hezar kes ji wan penaber û derbider in, yanî dora nîvê şêniyên Dihokê penaber û derbider in.
Rastiya çarem: Penaber û mişext li seranserê Iraqê hene, bi deh hezaran ji wan li bajarên Necef û Kerbelayê jî hene.
Rastiya pêncem: Jin, zarok û kesên bi temen û pîr piraniya derbideran pêk tînin.
Rastiya şeşem: Siberoja perwerdehî û tendirustî ya zarokan li kampên penaberan li jêr gefê de ye.
Rastiya heftem: Civaka navneteweyî bi awayekî çalak pêdiviyên mirovî cîbicî nake û bêhtir guh dide pêdiviyên leşkerî.
Rastiya heştem: Hevsozî û piştevaniya ereban niha bêhtir li ser penaberên Sûriyê ye û koçberên Iraqê ne di rêza yekem a guhdanê de ne.
Rastiya nehem: Kirîzeke aborî ya mezin li Iraqê heye, nexasim ji ber daketina bihayê petrolê û salên dirêj ên gendeliyê. Iraq, ku welatê xêr û bêran e, îro nikare kirîza derbideran çareser bike, herwiha nikare bi tena xwe şerê DAIŞê bike.
Rastiya dehem: Komîteya Parlamentoya Iraqê ya taybet bi çavdêriya vê kirîzê nikarîbû jêhatîbûna xwe bipeyitîne û niha dema guherandina wê hatiye.
Îcar, aniha, çavên xwe bi ser van hemû rastiyan de vekin…