Print this page

Rêbwar Kerîm Welî: Rêya serxwebûna Kurdistanê li Şingalê re derbas dibe

Bi serdana Barzanî ya Amerîkayê re dîsa mijara serxwebûna Kurdistanê ket rojevê. Helbet ev tiştekî nû nîne çimkî sê sal berê jî dema Barzanî ji Amerîkayê vegeriya, heman mijar bi şêwazekî cuda anî ziman. Her çiqas qesta wî dûrxistina Malikî (serokwezîrê berê yê Iraqê) bû lê bi eşkere got, eger Bexda li ser wê siyaseta xwe li hember Kurdistanê rijd be dê kurd rêkên din bikar bînin. Lê wê demê şirîkê wî (YNK) pişta xwe dayê û nehîşt Malikî were dûrxistin. Niha Malikî nemaye lê dîsa jî mijara serxwebûna Kurdistanê germ e.

 

Eger em bi awayekî objektîf û ji derve re lê binêrin em dibînin ku zehmet e kesek bikaribe li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê biryaraka yekcarî bide û meselê tenê di çarçoveya reş û spî de bibîne. Mirov nikare vê mijarê wiqasî sade bike û bêje aliyek zalim e aliyê din jî mezlûm e. Çimkî di siyasetê de reş û spî tine heta rengê gewr jî 50 tonên wê hene.

 

Hewlêr û Bexda di heyama 12 salên borî de gellek firt û fêl li hev kirine û her gava ku avêtine jî taktîkî bûye, tenê zeman borandine. Lewma heq û niheq jî bi hêsanî wenda bûye. Kurd bi sedan sal e bi dirûşman bûne evdalê serxwebûnê, ereb jî naxwazin bihustek ji wê xaka ku bo wan hatiye bexişandin, bidin kudan. Eger hevkêşeya Hewlêr û Bexdayê wiha be wê demê siyaseta Hewlêrê li hember pêkhateyên Kurdistanê çawa ye? Kurd ji xwe re serxwebûnê dixwazin, gelo heman mafî didin pêkhateyên din jî? Yan kurdan xûyê Bexda, Tehran, Şam û Enqerê girtine?

 

Mînakek eşkere ya ku zihniyeta partiyên kurd li ser mijara serxwebûna Kurdistanê derdixe holê, pêkanîna lêjneya amadekirina Destûra Kurdistanê ye. Eger ew destûra ku dixwazin amade bikin, destûra welêt be wê çaxê divê nûnerên kurd, turkmen, ermenî, kildanî, aşûrî, êzîdî, şebek û heta erebên Kurdistanê jî di wê lêjneyê de cih bigirin. Nabe ew lêjne li gorî berjewendiyên partiyên siyasî pêk were. Netewên ne kurd bi qasî partiyeke kartonî ya kurdî jî nayên hesibandin îja bi vê yekê dixwazin Şingal bibe beşek ji Kurdistanê her wiha Kerkûkê jî bi hemû pêkhateyên xwe ve vegere ser wê herêma partîtî!

 

Ev durûtiya siyaseta kurdî ye li hember mijara serxwebûnê. Eger mafê serxwebûnê û diyarkirina qederê li welatê Iraqê ji kurdan re rewa be wê çaxê kêmîneyên Kurdistanê jî dikarin vî mafî bikar bînin. Destûra ku li gorî dilê partiyan hatibe nivîsandin yekîtiya Kurdistanê garantî nake. Ji ber ku dema mafên wan pêkhateyan di destûrê de neyên ziman wê demê partiyên kurdî jî dê bi kêfa xwe wan bikar aînin her wiha dê bi hêsan bikevin bin bandora welatên virda wêda.

 

Ji ber wê jî kurd beriya ku di hizra serxwbûna Kurdistanê de bin divê wan pêkhateyan razî bikin û mafên wan ên kesî û civakî di destûrê de bînin ziman. Divê kurd xwe ji vê yekê jî re hazir bikin ku pêkhateyek bixwaze jê veqete yan li dijî derkeve. Eger nêzîkîbûneke rast li pêkhateyan neyê kirin zehmet e Kurdistan bikaribe derbasî qonaxeke din bibe.

 

Mesûd Yilmaz di heyama serokwezîriya xwe de li Tirkiyê tiştekî dîrokî gotibû: “Rêya endambûna Tirkiyê di Yekitiya Ewropayê de li nav Amedê re derbas dibe”. Em jî îro rûberûyê heman rastiyê bûne. Serxwebûna Kurdistanê çiqasî pêwîst bi rizamendiya Silêmanî û Kerkûkê be wiqasî jî divê Şingal, Enkawe (qesta wî mesîhiyên Kurdistanê ye) û Teicîl bên razîkirin.