Print this page

Ji 3ê Gulana 1943an heta 3ê Gulana 2015an..Mîr Celadet Bedirxan û Serok Barzanî

 

Konê Reş

Di rojek mîna vê rojê de (03.05.2015), ev roja ku Serok Mesûd Barzanî tê de gîhaye Waşingtonê, di çûna xwe ya çaran de ji bo çareserkirina pirsa gelê xwe, di eynî vê rojê de, jî berî 72 salan, di şerê cîhanî yê yekemîn de, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan rojnameyek bi navê Roja Nû/1943, li Beyrûtê weşamdiye.

 

Hingî, wî ji birayê xwe Mîr Celadet Bedirxan xwestiye ku gotarekê ji bo destpêka rojnameyê binivîsîne. Hingî, birayê wî Mîr Celadet gotarek bi navê (Merhele) nivîsandiye û tê de wiha gotiye: Di jiyana miletan de, merheleyin hene, û milletê ku bixwaze bigihe tekûzî û medenîyetê û wan li xwe bike jêra divê, bide riya wan merheleyan û bi wan re derbas bibe. Belê daxwaz ev e, lê tiştê hazir û heye bi awakî dine û (Silav li sifra hazire...).*

 

Erê, Mîr Celadet Bedirxan yê ku di wî heyamî de, xwe berpirsê gelê kurd didît.. Wî bi mebest gotarê xwe bi navê (Merhele) nivîsandiye.. Ew xweş serwextî rewşa kurdan bû û qenc diaznî ku pêwîstiya kurdan bi merhelayan heye. Nexasin di wê germahiya cenga cîhanî ya yekemîn de.. Ewa ku dinya di salên wê de serûbinî hev dibû..

 

Belê, wek berpirsyarekî kurd, wî pirsa gelê xwe wek barekî giran li ser milên xwe didît..û bi hêvî bû ku di dawiya cengê de, dewletên mezin alîkariya kurdan bikin nexasim: Brîtanya, Frans, Amerîka û Rûsya li mafê gelê kurd jî xwedî derkevin.. Mafê gelê kurd jî, wek mafê tevayî netewên Rojhilata Navîn, were nîşankirin û dayîn û di encam de kurd karibin ji xwe re dewletekê ava bikin.. Vêca li merheleyan digeriya, ku di rêka wan merheleyan re, gelê xwe bigihîne peravê azadî û serbestiyê.. Lê wek ku hûn tev dizanin çi çêbû û çi çênebû..

 

Belê roja îro, piştî 72 salan, di eynî roja ku gotara Mîr Celadet Bedirxan tê de hatiye belavkirin bi navê (Merhele), anku 3ê gulanê, Serok Mesûd Barzanî tê de gîhaye Waşingtonê ji bo eynî pirsê, eynî dozê, doza parastina gelê kurd û danîna bingehê dewleta kurdî..

 

Wek ku ji we tevan ve diyare, em di merheleyeke nû û dîrokî re derbas dibin. Rojhilata Navîn li hev dikeve û dikele û kurd derbasî merheleyeke nûtir dibin.. Kurd, li seranserî 1500km bi alikariya hevbendiya navnetewî şerê hêzên tarî û misilmanên tund û xwedênenas dikin.. û va Serok Mesûd Barzanî ji sê rojan ve li Amerîka ye.. Pêşwaziya wî wek a Serokê Kurdistanê tê kirin, xalîçeya sor ji bo wî radixînin û ala rengîn, hemberî ala Amerîkayê li Waşingtina paytext bilind dikin..

 

Ew merheleya ku mîr Celadet Bedirxan ji berî 72 salan ve dixwest, lê digeriya û bi dest nediket, û nikarîbû dewletên mezin bike hevalê kurdan, va roja îro Serok Mesûd Barzanî, di vê merhelaya nû de, dost û hevalan ji kurdan re çêdike, wê valabûnê dadigire û bi serketin têre derbas dibe.. Kurdino werin! Em vê merheleyê ji dest xwe bernedin, vê çûna Serok Mesûd Barzanî pîroz bikin û em tev di vê merheleya nû de yek dest bin, yek gotin bin û yek dil bin û li gor vê merheleya nû, Kurdistana xwe ava bikin û bela serkêşên serhildanên me û şehîdên me, di gorên xwe de rehet razên.

Bijî Kurd û Kurdistan

Konê Reş, Qamişlo, 05.05.2015

* Rojnameya Roja Nû, hejmara 01, roja 3ê gulana 1943an.