Ferînazê perîşanê
Bi rûmetê dilovanê
Hewara te keç û xortin
L,mihabadê şoreş danê
Bi deng û pêt agir û pêt
Ser despêke wê kengî bêt
Xort û keçan xwe dane hev
Serkêşê şoreşê kanê
Ferînazê bi xwîna te
Bi wa çişm û ber bejna te
oreş pêket bi xwîna te ş
şar û gundê kurdistanê
mihabad kanya şehîda
derd û êşê wa egîda
tolê vekin j,niha û pêde
ji wa melayê tehranê
mihabada qazî mhemed
hewara te hewlêra merd
bi evîna qamişlokê
ji ameda serhildanê
hewar bi ke şermê neke
derd û êşa hev par bike
gilî û gazinda bike
îro roja tolvedanê