Siyasetmedar û akademîsyenê Kurd Dr. Saman Şalî angaşta wê yekê kir ku Kurdên Başûrê Kurdistanê wê destpêka sala 2016’ê de bigehin serxwebûnê.
Siyasetmedar û akademîsyenê Kurd Dr. Saman Şalî got ku dewleta serbixwe ya Kurdistanê bo ewlekariya welatên Kendava Erebî jî giring e û diyar kir ku Suudî jî aşkere behsa vê giringiyê dike.
Dr Saman Şalî di gotarekî de ku di hejmara vê hefteyê ya heftenameya BasNews (Soranî) de hatiye weşandin bibêje; ”Di egera dabeşbûna Iraqê de ger dewleta Sunneyan xwest ligel Urdunê konfederalî pêk bîne yan jî ji bo danûstandinên siyasî, aborî û leşkerî bihêz bike biçe pal dewletên Kendava Erebî, wê demê sinûrên dewleta Kurdistanê ligel vê dewleta nû ya konfederal dibe.”
Dr Saman Şalî ku niha mamostayê Zanîngehê ye li Amerîka îdîa dike ku Erebîstana Suudî hewl û piştgirî dide li Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê dewleta Kurdî bê damezrandin. Dr Şalî dibêje; ”Cextkirina giringiya dewleta Kurdistan bo misogerkirina ewlekariya dewletên Kendav û naçeyê ye.
Siyasetmedarê Kurd Saman Şalî ku pêştir Serokê Kongreya Netewî ya Kurd li Amerîka bû, di berdewama gotara xwe de amaje bi wê yekê dike ku Iraq dikare bi du rêyan ji van pirsgirêkan rizgar bibe. Yek ji van rêyan ewe ku dewletek konfederal be û paytexta wî jî Bexda be, rêya din jî Iraq bibe 3 perçe, dewleta serbixwe ya Kurdan Şîe û Sunneyan hebe.
Dr Şalî diyar dike ku pêwîste pêwendiyên dewleta Kurdî ligel welatên Kendavê baş be. Heger pêwendiyên siyasî, aborî, zanistî, serbazî û civakî pêwendiyên baş hebe eve dê bandor li aramiya herêmê jî bike û dê bibe dergehek bo dewleta Kurdî jî.
Di gotarê de Dr Şalî behsa daxuyaniyên berpirsên DYA jî dike û dibêje ku wê Kurdên Iraqê (Başûr) di destpêka 2016’ê de serxwebûnê bibînin. Tirkiye, Suriye, Iraq û Îran li dijî serxwebûna Kurdistanê ne lê rewşa herêmê dê wan naçar bike ku qebûl bikin.
Dr Saman Şalî her wiha dibêje ”ti dewletek azad nabe heta ku azdiya wî ya aborî nebe” û diyar dike ku bi serbixwe firotina neft û gazê jî dibe piştevanî bo serxwebûnê.