Roj be roj xwuna Kurda tê rijandin. Li Kobanî li Amedê, li pirsûsê, li Şingal û hemu deveran xwûna erzan ya kurdaye, ji ber ku dewletek nine mafê kurda biparêzê.
Ji berê de di herêmê de lîstok tên danîn kurdê me jî ne tê de cîh digrin, wek pîyonan dilivin.
Dibêjin ya “dema simbêl dirêjbûn merantî derdikevê pêş aqil di çilmisê”. Ev pendê da û bapîrên me ne.
Li Tirkî HDPê bendava hilbijartinan derbaskir lê nijadperest û olperê Tirkî ji vê yeke hêrsbûnû naxwazin bi vî encamê hilbijartina hikumete k3e damezrênin, bi teybet jî AKPê. Li dawiya rêçika Ak partî hilbijartinên pêşwext xuyandike.
Bê guman ji bo hilbijartinên zû amadekarî têne kirin, senarîstên mejûzan li paş derhegan û odeyan tarîk dicivin li ser qedera Tirkiye bi teybet ya kurdan bi şirîkatî şerta girêdidin da ku kurd li bin bendavê bimînin, û cardin sedsala 21emîn li kurda bikin jahr.
CHP û MHP nehatin lîstokê li ser wan, lê HDPê bi tohmeta çekan tim wek hedefek eşkere dibin barde dimînî û herdaîm berê HDPê didin parastina xwe, da nekaribî lîstokger bê.
Mixebin hevalên me yê germ jî çalakiyên bê encam barê wê giran dikin.
Hezên nijatperest û olwanê rejima Tirkî, ne ji tiştê rojava xoşhalin, ne tiştên li başûr pêşdikevin, nejî ji pêşketin3en li bakur. Ew hewl didin da Kurdan bi binxînin, lê kurdê me jî bi rastî ji ti demên dîrokî encam negirtine, dersa xwe ne girtine carekedin dikevin xefik û lîstokên wa.
Di şerê cîhanê yê yekemînde ermenî tunnekirin, piştî şer jî çawa şêx û axayê Kurda provoke kirin û bi duruşmên sexte wek şerê xilasiya Tirkî bi ser ketin û bendengî jî bu para kurda. Aniha jî hewl û provayê hemen tiştî tê pêşxistin.
Di dema gorîna nexşeya rojhilatanavîn de ji bo ku, cardin Kurda bê serû ber - bê medeniyet, wek milletek naletî bidin nîşandan û destyariya Kurda di çavê cîhanê de bişkînin li paş deriyê tarî şewran girêdidin.
Bi kuştina 2 polîsan an jî Hîzbullahekî destkevtin û bergirîdan wan 32 bedenên nazik û genc nayê kirin. bergirîdana herî mezin ji bo xwûna wa cıwanên li Pirsusê yên li Amedê, bestana girêbestên mezin, girêdana şewrê mezine, da cardin kes nikaribê dîrokê li Kurdan reş bikê.
Kurd û Hêzên Kurda îro ji hemu deman bêtir di siyasetê de ye û di bala mirovê cîhanê de wêneyekê germ û destyar avakirine, û bi rastî raxmê hemû nakokî û hilbijareyê cuda û tevî hemû hevlê îran û Tirkiye hêz3en kurda berê çeka nedane hevûdu û çendî ne yekbin jî di mînvala Kurdayetî de digêjin hevûdu. Hemen demê belkî cara yekeme kurda iddaya xwe li ser hespê rast leyistin. Herêma Kurdistan bi teybet PDKê berê xwe da Rojava û xwe ji fen û lîstokên rojhilatanavîn durxist, piştî 30 salî bi rêya PYDê PKKê jî berê ji bo berjiwendiyê xwe da Rojava. Lê em dizanin ev ne bese. Ji ber ku destê gelek hêzan di berîkê hevdudene.
Li himber vê yekê şewr tên girêdan di odeya tarîk yê Tirkiye de.
Ji bo HDPê di hilbijartinên pêşwext de binbixin û PKKê cardin bikşênin nava şer li Amedê, li Kobanî li Persûsê li nava dilê kurdan didin.
Ta dikarin bedena ciwanên Tirk yê xêrxwaz yê mirovperver bidin ber bombeyan. Li Amedê bi sedan jin zarok mirov dan ber bombeyan ji bo wêneyekî bi xwûn deynên pêş çavê gelê Tirkiye û hemen demê jî ji bo “mêrê simbêl dirêj bikşînin nava şer”, da nehêlin çek deynin. Ji ber ku kurd di qehremantîde gelek bi merîfetin, lê mixabin ji girêbestên demdirêj re ne mejugerin.
Îro ji bo Kurda ji hemu dema bêtir derfetên mezin derketine, lê ger cardin kurd bên xapînokê deruber cardin ev derfet bi avêdê vê biçin.