Dibêjin di siyastê de dostanî û dujmantiya timî tineye. Erê rast e, mirov dibîne îro filan dewlet dujminê filan dewletê ye, di dûv re jî dibîne ku ew dewlet bûne dost, wek Partîyên siyasî îro dostin siba rikberin.
Lê pêşiyên me gotin e ”Rûgeşe lê dilreşe” yan ”Rî dibin bost dujmin nabe dost”. Di siyasetê de tiştên wisa jî rûdidin.
Mebesta me ji vê babetê rewş û ayîndeya Rojavayê Kurdistanê wê di destê kê de bimîne?
Partiya PYD yê li Rojava her bimîne destiladar yan Pêşmergeyên Rojava yê vegerin rojav?
Em li gor siyaseta Amerîka vekolînin. Qet ti caran baweriya Amerîka bi hêz û partiyên çeprew nahatiye, hêza PYD jî hêzek çepî tundrewe, ji xwe pêve kesî qebûl nake. Ji ber wê yekê em dikarin bêjin ayîndeya PYD di Rojavyê Kurdistanê de bibe deshilata serekî nine. Çinkê ji aliyê Amerîka ve siyaseta PYD nayê qebûlkirin. Diyare jî ku Rojavayê Kurdistanê para Amerîka yê bi çi şêweyekî be dibe dibin kontrola wan de be. Damzrandina hêzên Pêşmrgeyên Rojava ne birara Partiyên rojava ye û ne jî biryara Baraznî bi tenê ye ew biryarek siyasî Amerîkî ye bi hewengiya bi berêz Barzanî re.
Bê gûman ew hêza hatiye damezrandin ji bo parastina rojava, ew hêz tenê dibe hêzeke rewa di rojavayê Kurdistanê de. Lê bila kes ji partî, ancûman û hemewengiyên Rojava xwe xwediyê hêza Pêşmergeyên Rojava nebînine. Ji ber ku tevgera Kurd li rojava bi çep û rastê xwe ve di dawiya salên heftiya û salên heştiyan ve ketbûn bin bandora ramanên çep.
Va li ber çavê me ye damezrandina hêzên Pêşmergeyên Rojava bi hemewengiya Amerîkî û Partiya Demokrata Kurdistanê ye bi seroketiya berêz Mesûd Barzanî . Çima ne biryara hikûmeta herêmê ye, yan hin partiyên din bûye? Çinkû hemî partiyên beşdar bi hikûmeta partî re pêşiya wan Çepgerbûn û hin jî ji wan Îslamî ne. Lewra ti çaran baweriya Amerîkan bi wan herdu îdeolojiyan nayê, baweriya wan ne bi çepan tê û nejî bi Îslamiyan tê.
Ji ber wê yekê jî Amarîkan ew hêz nekirin hevparên biryarên xwe di derbarê damezrandina hêza Pêşmergeyên Rojava de û qet jî wan nakin hevparê biryarên xwe . Helwest û danstandina Amerîka bi rêxistinê Çepger re bêbaweriye. Ez dibêjim çi rêxistina di dîroka xwe de rojekê jî bûbe Çepger yan Marksî li cem Amarîkan wek goştê mirdar e!.Amerîka ji wan hêzan vedizqit e ti caran di ber wan de nare xwer û her li kuderê dibe bila bibe! Amerîka bawerî ya xwe bi rêxistin û hêzên çepger û yên çepgerbûn nine.
Loma jî ez dibînim ku rojava di destê PYD de namine!
Çawa Amerîka bawariya xwe bi hêzekê nîne ji Partiya Demokrata Kurdistanê pêyve, Li Rojava jî heman wesaye. Amerîka bitek partiyekî Rojava nîne. Çinkû di pêşiya xwe de piraniyên wan partiyan çepgerbûne di salên heştiyan de partiyên çep û rastên rojava li Îdeolojiya çep xwedî bi derdiketin, bi xwendina pirtûkên Lenîn û Marks xwe mezin didîn, hîn ew pirtûk li ser hevalên xwe jî belavdikirin ji bo xwendina wan. Loma Amerîkan baweriya xwe ti caran bi partiyên Rojava nîne ku bikin xwedî biryar di pêvajoya Pêşmergeyên Rojava de. Tenê Amerîkan û Partiya dEmokrata Kurdistanê bi seroketiya birêz Mesûd Barzanî, xwedî biryarin di Pêvajoya pêşmeryên Rojava de. Bila Encûman Siyasî dilê xwe xweşneke ew ne xwedî biryarin di pêvajoya Pêşmergeyên Rojava de. Di dema niha de jî Amarîka di vê deverê de, xwedî pirojeye. Dixweze li hin deveran xwedî bi derkeve wek herêma Kurdistanê ew dever jî Rojavayê Kurdistanê ye. Bila em bizanbin ta niha tiştekî di rojava de bêyî zanîna Îstîxbaratên xwediyên wê projê nebûne, herçibûye û çidibe haya îstîxbaratên wan jê hebûye.
Raste rê li ber PYD vekirine ku deshilatdariya Rojavayê Kurdistanê bikin bi sazana di navbera Amerîka, Rûsya, Îran û rijêma Sûrî de bû. Rûsya, Îran û Rejêma Esed xwestin Rojava yê Kurdistanê bidin hêzên PYD ta ku kontaka oposizyona Sûrî bi Turkiyê re bibre û rijêm ji bakur ve neyê dorpêçkirin ji aliyê mixalfeta wê ve. Amerîka jî nedixwast ku Rojava yê kurdistanê têkeve destê hêzên tundrew. Ger wan Rojavayê Kurdistanê nedabana destê PYD valatiyek mezin di Rojava de duristdibû. Çinkê hêzek tek bû ku Amerîka û wan dewltên din dikarîn li ser sazan bikirana. ji Rûsya û Îranê re girîngbû ku hêza PYD bikeve Rojava ji bo rijêmê biparêze û ji Amerîka û Hevbendiya navntewî re jî girîngbû ku hêza PYD Rojavayê Kurdistanê biparêze ji bo pirojeya wan, ji wê hêzê çêtir tinebû ku Rojava biparêze, hêzin din di destpêka şoreşê de bi derketin meydanê ji aliyê Partiya Azadî û Yeketî ve û hin hemewngiyên xortan ve lê Amerîk nikarî pişta xwe bi wan germ bikira ji ber pêwendiyên wan bi mixalefeta Erebî re hebûn bawerya Amerîka jî bi wê mixalefetê nediha, Rûsya û Îran jî wek dujmin sêyrî wê mixalefetê dikirin loma ew ji hole rakirin. Lê niha hêza PYD pir negirînge ji ber hêzek amed bûye dikare Rojava biparêze , ew jî hêza Pêşmergeyê Rojava ye, çi satê hevbendiya navdewletî bi seroketiya Amerîka bixweze, dikare ji dêrîkê ta Efrînê bigre çinkê hêza Pêşmergeyên Rojava wek hêzek hevbendiya navdewletî tê ye hijmartin.
Îro jî li pêşiya me ye çinkê hatina hêza Rûsyayê li hin deverên Sûriyê nîşana perçebûna Sûriyê, dibe Amerika jî tedabîrên xwe bigre. Loma Pêşmerge yên Rojava dê vegerin welatê xwe, ji bo parastina Rojava çinkê hêza PYD li cem Amerîka hêzek yamante ji hêzek çepê tundrewe hesabe, li cem Amerîka û Hevbendiya navdewlî ne cihê bawerê ye.
13:18:58