Print this page

Konê Reş: Beriya Cizîrê û Mêrdînê Nas bikin!

Cizîra Sûriyê dilê Mezopotamya ye û Beriya Mêrdînê kezeba wê ye. Beriya Mêrdînê landika şaristaniya mirovahiyê ye. Cihê hevdîtina nijadên ku ji bakur de daketine, pêrgî nijadên ku ji başûr de hatine bûne.. Gelek rojên xêr û şer di ser re derbas bûne; bilind bûye û careke din daketiye, aramî lê belav bûye û wêraniyê careke din konê xwe di ser re vegirtiye, çend carekê Moxolan bi ser de girtine, xelkên wê kuştine, malên wan wêran kirine û tovê jiyanê jê qut kirine.. Lê va careke din, piştî 600 salî ji wêraniyê û ji dor sed salî ve, jiyan hêlîna xwe bi xurtî têde tê ava dike, careke din dengên melayên Mizgeftan, zingilên dêran û qewalên perestgehên Êzîdiyan lê têne bihîstin. Doda, gundê min gundek ji gundên pirbelav e di Beriya Mêrdînê de.

Ji destpêka mirovahiyê ve şûnwar li beriya Cizîrê û Mêrdînê hatine avakirin, hesip lê hatine kedîkirin, genim lê hatiye çandin, erebe û tekel lê hatine çêkirin û her wiha gelek şûnwarên mirovahiyê lê hatine dîtin û têre derbas bûne...
Ji mêj ve, gelek şaristanî li ser xaka wê hatine avakirin, gelek nîjad têre derbas bûne, pêmayên xwe, şop û şûna xwe li ser xaka wê hiştine, mîna; Til Helef (Waşokanî), Til Birak (Qehat), Til Bêder (Nabada), Til Erbîd (Aşnakom), Til Mozan (Orkêş) û wiha Çaxir Bazar, Girê Êlûnê, Girê Bihemdûnê û bi sedan girên dîrokî yên din ku li beriya Mêrdînê û Cizîrê ne berbelav in. Di ser xaka wê a dîrokî re Sobarî, Somerî û Akadî derbas bûne, artêşên Hûrîyan, Hisîyan, Mîtanîyan û Aşûrîyan şerê hev kirine û tevan tovên xwe di xaka wan de çandine. Li wan deveran gelek caran Firs û Romê hev westandine. Di esmanê wan de dengê oldarên Somerî û Babiliyan bilind bûne, li ser peravên çemê wê dû`ayên Xwedênasên Mîtanî û Aramiyan li hev vegeriyane... ev e Beriya cizîrê û Mêrdînê, ev e dilê welatê me.