Gava li Tûnisê Muhemed Bû Ezîzî agir bera canê xwe da ji ber polîsekê wî bêrûmet kiri bû , miletê Tûnisî bi awakî xurt ev bûyer şermezar kirin, bi daketina kolan û meydanan, ta bû şoerşek û rêjîma Bin Elî hilweşandin , ji bo bi azadî û demoqratiyê şad bin.
Şoreşa gelê Tûnisê bandora xwe li gelên bindestin diktatoran jî kir , û gel bi gel rabûn ser piyan û doza rûxandina rêjîmên xweyî sitemkar kirin . ku bihna bayê azadiyê dikşandin.
Misir, Lîbya, Yemen, Behrên, û Sûrî , gelên van welatan diberxwede dan , çiku tiyê azadî û birçiyê demoqratiyê bûn , bi dehên salan dibin sitem û zora rêjîmên diktator de dijiyan, bêku karibin rexnekê bikin, yan bi azadî raman bibin û bipeyivin, yan karibin doza mafê xweyî mirovî jî bikin. Hertişt qedexe bû di van dewletan de, û di dewletên din jî yê rojhelata navîn, ku derfeta rabûnê li cem wan nebû.
Gelên van dewletên rabûyî geşbîn bûn bi bihara xwe, ya ku navê bihara Erebî lê hate kirin. Lê mixabin wan nizanî bûn ku bihara wan wê ters li wan vegere û wê bibe payîzek e rût û zivistanek e sar û dijwar û, wê dirêj be, qir û qeşa wê bizûbûn nahile.
Mafê mirovan wê bicarekê were bin pê kirin . kuştin, talan, koçberî, penaberî, birçîtî, û perîşanî, wê para wan be, ji dêvla jiyaneke serbest, ku mirov bi erk û mafê xwe rabe di welatekî azad û demoqrat de.
Bi hêvî bûn ku dewletên rojavayê yên demoqrat, wê ber bi barê wan ve rabin, û ewê wan rizgar bikin ji sitemkaran.
Di van şoreşan de berjewendiyên navnetewî beloq bûn, û di ser asta berjewendiyên gelên bindest re bûn. Û her dewletekê da dû berjewendiyên xweyî taybet, bêku li çarenûsa van miletan bipirse, û ew silogan û perensîpên wan li ser azadî, demoqratî, û mafê mirovan , hemû beravêtî bûn, û bi hinceta terorê xwe mijûl dikin. Lê nebes wisa, destûr jî dane van sitemkaran ku ter û hişk bidin berhev.
Û bi vî awayê xerab rewşa rojhelata navîn berdewam dike, bêku di asoyê de ti çareserî di dema nêz de diyar be.
Bêgoman civaka navnetewî rolek pir xerab lîst di van şoreşan de, û bitaybetî dewletên serek e , wek Amerîka û Rûsya, û her yek hevbendiyek saz kirî ye . Rûsya û hevkarên xwe bi eşkerî berdevaniya rêjîmên xwînmij dikin . û diyare ev rewşa kampax li hesabê Amerîkiyan û hevalên wê jî tê, taku karibin pirojeyên xweyî nû pêkbînin.
Û di encamê de mirov tighêje baweriyekê ku hîna rojhelata navîn dibin kontirola van dewletên mezin dene, û ev dewletanan ne jidil bi azadiya gelan re ne, û pêkanîna demoqratiyetê di welatê wan de. Û herdem ev miletê belengaz dibe qurbana pirojeyên van dewletan.
Hêvî û omîdên şoreşvanan têkçû, ew aramiya ku bi awakî ewlehî jî hebû nema, li şûna wê şer û pevçûnên navxweyî lidare, û kes nema kesî dipejirîne . û çi hêzên leşkerî yên hatine damezrandin û peyda bûne li ser erdê ne kêmî van rêjîmên diktatorên , heger ji wan ne xerabtirbin .
Lê çawabe jî nabe mirov bê hêvî bibe, derfetên dîrokê pirin, û doza azadiyê nayê berdan.