Print this page

Hisên Şakir: eve encama tekrewiyê ye

Her kes dizane ku kurdên rojavayî kurdistanê devera wan deşte û komarke bi hêz (turkî) sînordarê wane û erger em nimûnekê bidin dê sinordarbûna turkiyê de wekî xincerekê di pişta laşê mirov de tê nimûne kirin siyasetmedêr û pilanvanê kurd yê li çareseriyekê bigere ji miletê xwe re greke vê yekê bide ber çavê xwe lê piştî şoreşa sûrî despê kir di demekê de ji kurdên bakûr dihate xwastin ku piştevanê kurdên sûryê bin u alîkarbin bişêweyekê nihênî da tûrkiyê li me gur nekin berovajî vê yekê bilez ketin hemû listkên dijatiya weltiyên rojavayî kurdistanê û bakûrê Kurdistanê paşguh kirin û di wextekê  de ji wan dihat xwastin ku turkiyê têxin bin guvaştinan de berovajî vê yekê ketin pirosêsa aştiyê de bê beramber.

Û sê caran rêkeftin digel encumena kurdî lê her carekê di geheştin rojavayî kurdistanê hemû rekeftin binpê kirin ji bo ez dirêj nekim tovika vê gotarê ewe ku helwîsta me kurda yekba u rêkeftinên me cêbecî bûbana niha me karîbû beramberî pilanên tirkan rawstiyana û belkû em karibana van guhrînan bikin xizmeta xwe de lê wexê neyarên me dibînin ku çawa xortên me tên li xwe pêşan deran didin dê neyar hemû delîveyan û cudahiya me dijî me bikar bînin wextê nifşek ji me şêxekî ereban ser xwe qebûl dike serok û hemû hezên siyasî yên kurdî digveşin da bitena xwe û digel dijmina me bin dest bikin  surûştiye ku tirk hemû pilanên xwe bicih bînin.

10:15:26