Di van rojan de gelekî qal û behsa ilankirina Dewleta Kurdistanê tê kirin. Bûguman emê gelekî bi ragihandina wê şa bibin. Raghandina wê xewna pêşiyên me dike rastî. Ew pêşîyên ku tev jiyana xwe di ber avakirina wê de xerckirin û ew Kurdistan nedîtin. wek Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî, Berdixanî, Babanî, Nehrî, Şêx Seîd, Cemîlpaşa, Ihsan Nûrî, Seyid Riza, Hefîd, Barzanî, Qazî Mihemed û yên mayî..
Belê sed mixabin ku roja îro dubendiyek xurt di nav partî û rêxistinên me kurdan de heye. Kurd bûne du bend, her bendek werîsekî bi ser xwe ve dikşîne. Her bendek hevalbendiya dijminê benda din dike..! Ev rewşa kurdî a niha dubendiya Mehmûdkîyan û Etmankîyan di Eşîra Omerîyan de tîne bîra min; di wîlayeta Mêrdînê de Eşîra Omerîyan ji mezintirîn eşîr tê hejmartin, di wî heyamî de dema ku benda Etmankîyan pêwemdiyên xwe bi Mîrê Botan re xut dikirin, Mehmûdkîyan pêwendiyên xwe bi Begên Strewrê re zêde dikirin. Wek ku tê zanîn li herêma Mêrdînê Mîrekên Botan Kurdayetî dikirin û Begên Stewrê hevalbendên dewleta Omanlîyan bûn..
Belê her ku wext derbas bû, sal zîvirîn, huşmendîya netewî û doza kurdî di nav Eşîra Omerîyan de hat meydanê, xelkên Eşîra Omerîyan zû bi zû devij dubendîya Mehmûdkî û Etmankîyan berdan û bi hev re berê xwe dan doza netewîya kurdî.
Mebesta min ji vê gotinê tevî ku dubendîya di nav Partî û Rêxistinên me yên Kurdistanî de heye, pêwîste ew partî û rêxistin welat, nasnama netewî di ser pirsgirêkên Kevin û nû re bigrin û doza dewletbûna Kurdistanê bikin her wiha ramanên ragihandina Dewleta Kurdistanê di nav lebatên xwe de jî belav bikin, hem jî Dewletûna Kurdistanê bikin helwesteke xwezayî.. Ragihandina Dewleta Kurdistanê di pêşîya her tiştî de be, di ser berjewendiyên rêxistinî re be. Ma qey nikarin wek Mehmûdkî û Etmankîyên Eşîra Omerîyan dûrî dubendîya xwe kevin, pisgirêkên di nav xwe de çareser bikin û tev bi hev re berê xwe bidin avakirina welat, nasnameya netewî û ragihandina Dewleta Kurdistanê?!
Rast e problem û pisgirêk pirin, lê rewş jî alîkare..
07.01.2016