Ey lehing û pêşewa Şoreşgêr û canfîda
Bo milet û bo welat Bê buha cane xwe da
Te bi xwîna xwe ya sor Gul û beybûn avdida
Bi mêranî te hilgirt Ala kurda ber neda
Banga kurdperweriyê Bi lez te bersiv dida
Bi çûna te vale bû Nema kesî li ber xwe da
Ey mêrê bi sed mêrî Tu şêrî kurê şêrî
Meydana cihê şêra Rovî hat lê kir gêra
Ti merd û çake mêrî Ji malbatek bi kêrî
Serî qet na tewînî Ji dujmin re bikînî
Çendî bêjim her kême Ey lehing û serkirde
Ey mêrxasê bê hempa Sûnda me bi navê xuda
Qet serî na çemînin Em bernadin rêça ta
Ew rêbaza tey pîroz Ji kurda re bûye doz
Rabe hevalê hêja Sûnda xwe jimere bêje
Ew sûnda te ya pîroz Ji milet re nimêje
Destê qrêj û gemar Jihev kirin dost û yar
Sitûna konê me ket Ji hev bûne tar û mar
Dil û ceger bûye xwîn Bi çûna te nesere dîn
Ey felek ma nezû bû Min gazî kir te kir şîn
Ey lehing û pêlewan Ti simbola Kurdistan
Namirê qet namirê Ti serberzî pakrewan
Namirê qet namirê Ti sirûda niştiman