Pirsa Zimanê Kurdî yê yekgirtî angu stander di nav hemû miletan de mijareke giring e, nexasim di nav kurdan de û bandora wê li ser peydabûna gutareke yekgirtî di hinder û derveyî welêt de, herweha blindkirina astê têgihiştinê di navbera axêvererên zaravên cuda cuda de. Selah Sedullah ev mijarê di gotar û pirtûkên xwe de gelekî aniye zimên û nerînên xwe jî di derbarê zimanê yekgirtî de şirove kirine, di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navnîşana “zimanek û du zarav “de dibêje : “Min di sala 1984an de gotarek li jêr navnîşana berhevdana bîzentî li babeta zimanê kurdî ku tê de min got hêşta ne ew dem e mirov vê babetê bike kêşe…
Gerek e em her dukan kirmancî û soranî bi kar bihînin weke balindeyê bi du çengan, balinde neşêt bi tek çengî bifrêt, kurt kurmancî ya rast ew e em li ser binyatê zimanek û du zarav biçîn pêş". Derbarê her du elfebeyên Kurdî, Sadullah elefebeya latînî baştir dibîne û di pirtûka xwe de weha dibêje:”Tîpên latînî, xwendin û nivîsîna kurdî sadetir û asantir, pîvanîtir û yekgirtî dkin”. Derbarê demê peydakirina Zimanekî Kurdî yekgirtî, Sadullah dibîne ku ew yek bi yekîtiya xaka kurdistanê ve girêdayî ye û weha dibêje :”Çawe mirov dê şêt zimanekî edebî yekgirtî yê Kurdî berpa biket heke welatê kurdan bi xwe yekgirtî nebêt?, Çare ewe e yek ziman û du zaravên soranî û kirmancî ku pêk ve bikar bihînin û hêdî hêdî bigehînin êk, bila her du gulêt soranî û kirmancî geş bibin, û bihna xwe ya xweş bikehînin hemî welatî”. Selah Sadullah jidayikbûyê bajarê Zaxo yê başûrê Kurdistanê sala 1930an de ye, û di 18-10-2007an de li Hewlêra paytexa Başûrê Kudistanê koça dawî kir, bekeloriyos di warê endaziyariya mîkanîkî de ji Birîtaniyayê wergirtiye, derdoran 20 pirtûkên bi zimanê Erebî, Kurdî û Ingilîzî di babetên wergerandin, ziman, lêkolîn û siyasî de hene di nav wan de wergera MEM Û ZÎN bo zimanê ingilîzî.