Print this page

Salih Muslim dibêje ku…

 

Di serî da ez dibêjim, ku mirov di bîr û baweriya xwe da azad e. Eve hem bingeh û hem jî destpêka her danûstandineke ramiyarî ye, li ba min û belku li ba gelek rewşenbîrên gelê min ê Kurd. Divê ev wekî aveka zelal ji her yekî ve bite pejirandin û vexwarin, ji ber ku egera pevçûn û li hev nehatinan di civatan da, berbestina „qedexekirina“ bîr û baweriya azad e…

Lê belê, ji azadiyê re jî hinek bingeh û sînor hene. Divê mirov wan binase û di gotin û lêkirinên xwe da biparize. Mixabin û sed car mixabin, hinek ramanbêjên me Kurdan hene, her nirxekî neteweyî û mirovî-civakî di gotinêd xwe da binpê dikin û rastiyan bincil dikin. Hatîp Dicle got ku wî û hevrêyêd wî mijara serxwebûna Kurd û Kurdistanê avêtine „çopê“, ma qey cîhekî ji „çopê“ bilindtir li dora xwe nedît? Em tev dizanin ku bi milyonan mirov ên Kurd hene, bi ramana serxwebûna gelê xwe ve gêro „mijûl“ in û amadene xûna xwe û ya zarokêd xwe di ber serxwebûnênê da bidin , û bi hezaran rêber û seraserên Kurdan di ber da hatin daliqandin an kuştin. Ma ên wekî Hatip Dicle nikanin rêzgirtinê ji gelê xwe re bikin, da gel jî rêzgirtina wan bike? An jî zimanê xwe piçekî li hember Kurdan jî naziktir bikin, wekî li hember neyaran dikin?

Camêrekî berpirs ji PYD, ku tiving hildaye ser milê xwe û „ji bo gelê Kurd!!!“ daketiye nêv rêzên têkoşeran, di axiftineke xwe da bo mediya, got ku „Xebat ji bo dewleteke kurdî ne ji exlaqiyeta wan e“, û mebesta wî „ne ji exlaqiyeta PYD“ ye…

Berî û paş van herdu nimûneyên kurdî yên bê bend û sînor di belavkirina bîr û baweriyan da, hinek seraserên PKK jî gotinên ne ji van gotinan ve dûr, badilhewa berdan nêv gel û encama wan gotinan kete berdestiya neyarên Kurd. Bo nimûne: ta niha hembervanê „Demokrat!!!“ ên Ereb li Sûriye dibêjin, ku „…hêja Ebdullah Öcalan ê we Kurdan got ku li Sûriye parçeyekî Kurdistanê tune ye.“ Berpirsê navdartir di PYD da, Salih Muslim, berî niha bi kurtedemekê, ev gotin dubare kir û pesindariya Andullah Öcalan ê „Fîlosof“ di vê yekê da kir.

Mixabin, hîn berî derketina A.Ö ser şanoya ramiyarî ya gelê Kurd, hinek kesên dî jî gava di partiya xwe da gotin li ser Kurdistanê dikirin, tew navê para ku Sûriye ji Kurdistanê jêkiriye an jê re hatiye jêkirin, nedihanîn ser zimên. Li ser vê jî belge di destê me da hene…

Niha jî, ev ramanbêj, Salih Muslim, ê ku xwe gelek serkeftî dibîne, bê ku pelekî ji dara Tûyê bide ber devê xwe, dibêje:“Em dizanin ku kêşeya kurdî wekî Xerçengê ye.“: (Xerçeng: Qanser / Seretan) (*), „…û Xerçeng tenê bi livbaziyeke birînkariyê tê rakirin….!!!“. Hûn dikanin gotina wî ya bi zimanê Erebî, bi xwe jî, di vê linkê de, guhdarî bikin:

https://www.facebook.com/muhemedseid.aluci/videos/10208780382256834/?pnref=story.unseen-section

Birano, qey van kesana, bê ku baş bihizirin, hema çi hat ber devê wan dibêjin? û ev jî nîşana nezanîn û li paş mayîna dilplomasiya kurdî ye, an paş ku van mijara azadî û serxwebûna gelê Kurd ji deftera xwe sîl kirine, êdî dixwazin vê mijarê wekî Xerçengê „Qanserê“ bidin xuyanîkirin?

Divê em gelek haj van hebin, berî ku evana gelê me dixînin goleke xûnê ya mestir û wêrankartir…

… û li dawiyê dibêjim: “Zimanê Kurdî biparizin… Zimanê Kurdî biparizin”.

-------------------------------------------------------

(*) Melayê Cezîrî dibêje:

Newa ya mitrib û çengê fîxan avête Xerçengê

Mebest ji Xerçengê di vir da: Gerînxêza (medara) Qanserê / Seretanê ye