Print this page

Mihemed Hemo : Sêyre!

Gelek kurdên me vê rojana dev davên Erdoxan û wî pîsdikin ji ber lêborîn û lihevkirina wî bi Rosa re. Erê Siyaseta Erdoxan li beraberî doza Kurdî xerape lê dilsozê netewa xwe ye.

Bi baweriya min divê siyastmedar û serok bercewendiya gelê xwe di ser her tiştekî re bigire, di vir de jî ez dibînim ku Erdoxan ji wan kesa ye. Gava Erdoxan dît ku Turkiyê û netewa Turk dikeve talokê, ew yekser li xwe vegerî ku wê çawa gelê xwe ji talokeyê bi dûrxîne? Lom wî xwest pêwendiyên xwe bi Rûsiya û Îsraîl re vegerîn.

Rosiya û Îsraîl duhêzên serkene di deverê de loma dive Erdoxan li hesabê xwe yî şaş vegere. Êdî li ser hesabê kê dibe bila bibe, tenê bila hesab û bercewendiya netewa wî li ber lingan nere. Bizanibin Siyasetmedarên xelkê ji bo bercewendiyên netewa xwe, xwe ji dujminên xwe re jî datînin. Lê mixabin piraniyê siyastmedarên Kurd, xwe ji dujminan re datînin ta ku xwe ji birayê xwe yî Kurd re danenin.

Ne dûr e nêzîk e, gava berêz Mesud Barzanî dewa civatekê ji hemî pêkhatên kurdistanî di herêmê de kir ta ku nakiyên navxwe çare ser bikin, hin partiyên herêmê berê xwe dan cem xeraptîn dujminê doza Kurd li Bexdadê. Çûn cem Malikî yê ku kurd ew mezinkirî, di dûv re jî ew bûye dujminê doza kurdî yê yekem di Îraqê de. Çendîn salin Malikî şerê siyasî û aborî digel herêma Kurdistan dike. Ew ê din jî Amirî ye serokê Heşda şebî ku çendîn pêşmerge û hevwelatiyên kurd li Tozxurmato dan Kuştin mal û milkê Kurdan şewtandin.

Xweziyê siyastmedarên me bi nîvê Erdoxan ji netewa xwe re dilsoz û welatparêz bûna. Erdoxan bi navê Muslimantiyê , Muslimanên dunyayê kirin dost û xizmeta bercewendiya Turkiyê. Xwe li ber Rûsa çendî xwe danî û doza lêbûrînê jî lêkir ku li hev werin. Qewle jî dihefteya tê de Erdoxan û Rûsa di Lotkeya deriya Reş de li hev bicivin .

Xweziy Siyaset medarên Kurd jî wisabana bercewendiya netewî bidan pêşiya her bercewendiyeke din û ji berî biçûna cem dujmin, bihatana bahev û li pêşî bercewndiya Kurd û Kurdistanê berçav bigrtana. Lê mixabin ev keltur di nav siyastmedarên kurd de neçûye pêş, tenê di dîroka Kurd de Berêz Mesud Barzanî û Celal Talebanî, karîne ew kelturê rêzgirtina aliyên siyasî yên Kurdî bidana pêş û berhema wê jî bi destxistana, yekem di şoreşê de avakirina berê Kurdistanî bûye, bi wê berê Kurdistanî jî ev herêma Kurdistanê hatiye rizgarkirin. û di hukmraniyê de jî li hevkirina Partî û Yeketî ya strtîjî bûye.

Ji berhema wê li hevkirnê jî bi destxistina Fedraliya herêma Kurdistanê bûye û roxandina Rijêma Basa Erebî jî bi xêra wê li hevkirina strtîjî bûye.