Print this page

Ebdulezîz Qasim: Girava birçîbûnê ji bo azadiyê

Her ji yekemîn roja cejna qurbanê ve û heta niha ev çar rojin endamên xwecihiya ENKS'ê li bajarê Qamişlo taxa rojhilat berdewam in li ser girava xwe ya birçîbûnê  ji bo serbestberdana girtiyên siyasî di girtîgehên PYDê de û di nav wan de serkirdeyên PDKSê.

Mixabin; dewleta Tirkiyê di rojên Cejinê de rê da bo malbeta berêz Ocilan biçin serdana wî, lê çekdarên PYDê yên nav li xwe dikin partiya demokratîk û nav li xwe dikin hêzên Sûriya demokratîk û nav li xwe dikin netewa demokratîk, rê nedan zarokan bavên xwe bibînin?

Di bin navê netewa Demokratîk de, netewa kurdî tepeser û winda dikin?

Tevî wisa jî heta niha hîç aliyekî ji aliyên PYDê serdana giravgirtiyan nekiriye û wê serdana wan nekin jî û dibe wan siberojê di heps û girtîgehên (demokratîk) bikin û dibe êrîş li ser wan bibe û dibe, ji ber ku ew aliyê rêzê negire ji Şehîdê pêşmerge re dikare her tiştî bike....!

Herçende ku girav ketiye di çaremîn roja xwe de û hêjî girav berdewam e, lê mixabin heta niha medaya kurdî bi temamî bi rola xwe ranebûye û herwiha ya pêwîst e kurd bi hemû aliyên xwe yên siyasî û civakî piştgiriya vê giravê bikin ji bo PYD dest ji reftar û kiryarên dijminkarî berde...

Silav li giravgirtiyan

Azadî ji girtiyên siyasî re