Print this page

Hoşyarê Emerê Lalê:Demê nexşeya nû hat

Di vê havîna bûrîde bajarê mûsilê yê ku tê jimartin diwemîn bajare biştî Bexda li Eraqê ji alyê rêjeya kesanve û heer weha ji alyê pêşesazîve jî , ev bajarê weha mezin û giring di maweyê /24/ demjimêrave kete bin destê hêza tundrew (da,iş ) tevî hebûna /17/ hezar polîs û esayiş di hundurê bajêrde û zêdeyî /35/ hezar leşker û serbaz li derdora bajêr, di wan serbazgeh û leşkergehên herêma mûsilê li gor medya û ronnamevanên li ser wê bûyerê sekinîn  .

Ketina vî bajarî bi vî awayî cihê pirsêye ????

Û her weha hatina hêzn da,iş jî bê tirs û lerz û beyî teqînekjî çêbê ewjî çihê pirsêye ?? gelo çima mûsil ket ?

Ketina mûsil girêdayîye bi çêkirna xerîta(nexşeya ) nû ya rojhilata navîn ya mezin, ya ku ji berya deh salaye pîlan jêre tên kirin , ji ber ku rêkeftina Saykis Bîko bi dawî tê, bêwîste xerîtek dî ji rojhilata navînre bê danîn li şûna Saykis Bîko da herêma rojhilata navîn nekevê di têkdanekîde , ji ber ku demê vê nexşeyê çû.?

Ketina mûsil dewleta Eraqêjî li ser nesekinî weku pêwîst û tu berevanîjî lê nehatekirin ta roja îro û tu pîlanên ji bo rizgarkirina wêjî nehatiye danîn ??ev bîna pîlanek navdewletî û herêmî jê tê ??

Ev pîlanjî herfandina sînorê Saykis Bîkoye û avakirina sînorek nûye li gor bêkhateyên herêmê ji alyê netewî û olîve .

Saykis Bîko di vê salê de pûç dibê ji ber ku /100/ sal sere derbasdibin li gor rêkeftinên navdewletî şert û mercên wê nema têne bi karanîn û nema kar pê tê kirin , dibê sînorek ne yasayî.

Divê rêkeftinek dî li şûna Saykis Bîko werê bêkanîn li ser bingehekî nû û bi şêweyekî dî û hemî guhertinên ku îro roj çêdibin bêne berçavkirin û cêbecêkirin ,bi awakî dî nexşeyk nû ji herêma rojhilata navîn re bê danîn li ser bigehek netewî û mafên hemî kêm netewên di nav van welatan de dijîn, li gor yasayên mafê mirovan bêne cêbecêkirin ,

Lê ev guhertinên çêdibin li herêmê li ser  êş ,azar , milk û malê hejar û penaberiya miletê me tê bi karanîn, lê baca herî mezin miletê meyê Şhngalê û Kobanê dan bîne qurbaniya nexşeya rojhilata navîn ,ya îro roj roxsarê wê tîne diyarkirin .

Gelo ka em kurd heta ci radeyê me xwe ji van guhertinare amade kirye????

Divê em di vê nexşeya nûde  xwedî bandorbin , û yên herî jê mifa  werbigrin divê  kurdbin û cihê xweyê  suriştî di rojhilata navînde bigrin

Yan jê em bîne berxê nêr ecindên welatan pêktînin bêyî bercewenda miletê me bi cîbibê  ????

Yan jê em bîne berkê şetrencê têne veguhestin li gor ecindatên herêmî û navdewletî

Rojên werin wê vê boçona me zelaltir û ron eşkere bikê?????