Print this page

Nêçîra kurdan

Selahedîn Çelîk

 

Hê di ser teqîna Stenbolê de saet neborîn, Kurd bûn hedef.

 

Bi fermana navenda têzanîn, artêş, polîs, çapemenî û her curê keysoyî ketine pêşbirka harîtiya nîjadperest.

 

Di bîra we de ye;

 

Kemalîstan serî rakirin (Ergenekon, Balyoz), desthilata tirk hêrsa xwe ji kurdan deranî (doza KCKê).

 

Cemaata Gulen li ber rabû, desthilatê “xebata çareseriyê” ewiqand.

 

Desthilat kete tirsa windakirinê, li kurdan da (rûxandina bajaran û komkujiyên 2015-16ê).

 

Cemaata Gulen xwedêgiravî serî li derbeyê da (15.07.2016), bi qirika kurdan girtin (girtin û jikar avêtin).

 

Di bûyera Sûriyê de Tirkiyê, bi awayekî şerm têk çû. Tolê ji kurdan distîne (bi Rûsyayê re lihevhatin û operasyona Cerablusê...).

 

Li Iraqê eniya sunnî ya ereb ya Tirkiyê li pişt, şikestiye. Tirkiye di amadekariya êrîşa kurdan de ye. Hevkêşeyên herêmî, vêga rê nadinê.

 

Her carê tepikê hecê, kurd in. Ev çi tirs e? Ev çi neyartî ye?

 

Çi biçînî, wê diçinî

 

Tu bingeha demokrasiyê rakî,

 

tu dibistan, komel û rojnameyên kurdî qedexe bikî,

 

tu şaredar û parlamenterên hilbijartî bigrî û heqaret li kurdan bikî,

 

tu bajaran birûxînî, jin, pîr û zarokan bikujî,

 

tu yên xwe “şehîd”, lê sivîl an çekdar, miriyên kurd wek “terorîst” bi nav bikî,

 

tu tirbên kurdan hilweşînî,

 

tu şîngirtina malbatên kurd jî qedexe bikî,

 

tu sed hezaran ji mal û warên wan biqetînî,

 

tu Kurdan ji kar bavêjî û wan di nav xîzaniyê de bigevizînî,

 

tu bombebarankirina balafiran bikî bûyerên rojane û ji rêzê,

 

tu pîlotên xwe bi kuştina kurdan û bi rûxandina mal û warê wan perwerde bikî,

 

tu çavikên civakê bi sîxur, polîs, kujerên paramilîter û cerdevanan tijî bikî,

 

tu sîstema dadmendiyê bikî milîtanê xwe,

 

tu çapemeniyê bikî xulamê xwe,

 

tu talanê bikî, lê civakê dûçarê hejarî û belengaziyê bikî,

 

tu tenê tund, tirs û karesatê diçînî.

 

Rûmet, li mafê xwe gerîn û berteknîşandan, taybetmendiyên mirov in. Tund, tirs û karesat çiqas mezin bin, bêpîvaniya berteknîşandanê jî hewqas mezin dibe.

 

Êrîşa ser sivîlan sûc e

 

Rastiyên rêzkirî, di êrîşan de kuştina sivîlan rewa nake. Mafê jiyanê, mafê herî pîroz e û ew maf, cudahiyên reng, nîjad, ol û bîrûbaweriyê û destûrmendiyên çînî û komî nas nake.

 

Ez baş zanim, ew êş qet nabore, dîsa jî ez bi êşa malbatên sivîlan re me.

 

Xwezîka civaka tirk bikarbûya biçûya heya qurmê wan êşan. Xweska bizanîbûya ka dewleta wan, zarokên wan ên leşker û polîs, her roj çi tînin serê kurdan.

 

Di nav geremola heyî de mirov nikare ramana civakê bipîve. Desthilat hemû rêyên diçe mejî kontrol dike û rê nade misqalek rastiyê jî.

 

Mixabin civak bi jehra harîtiya nîjadperest dikevin. Îro ew talûke heye. Va sedemekî ji pêşerojê tirsînê. Va sedemek, da ku xwediyên van êrîşan, li ser çalakiyên xwe kûr bifikirin.

 

Talûkeya van êrîşan

 

Gava bûyereke wiha dibe, desthilat ne li “kî kiriye?”, lê li “ez bûyerê li kî bikim?” û “çawa jê xêr bibînim?” digere.

 

Desthilata tirk, li Helebê tundrewên îslamî firotin. Ji DAIŞê “cil- û navguherandinê” dixwaze. Ango dibetiyeke qels be jî, divê mirov berteka yên ku dibêjin “xiyanet li me bû” jî, lê bike.

 

Lê desthilata tirk çi kir? “Liserxwegirtina” şîlo ya “TAK”ê kir keys û mehne û berê hêrsa civakê da kurdan.

 

Rêya serokatiyê û guherandina makezagonê hilû dike.

 

Êrîşên li ser Rojava û Başûr rewa dike.

 

Dixwaze Yekîtiya Ewropayê (zêdetir) bîne ya xwe.

 

Xwe li qurbaniyê datîne û dixwaze têkiliya xwe ya bi cîhadiyan re, bide jibîrkirin.

 

Ên van êrîşan dikin, vî aliyê bûyerê, “di dawiyê de sûdê dide kî?”, gelo baş diteqilînin?

 

Ev jî heye: Divê di navbera berteka gelê kurd û ya dewletê de, cudahiyeke bingehîn hebe. Civak dadmend in, dilrehm in, aştîxwaz û bexşîner in, lê dewlet ne.

 

Navê “Girê Belaşxuran”- yê ku temaşevanên gokê, ji ser belaş li lîstikê dinêrin-, piştî bûyerê kirin “Girê Şehîdan”. Lê ma “belaşxur”, ne ew kesên ku bedkarî li êşa malbatan dikin? Ma ew, ne “belaşxurên xwînê” ne?