Ew neyarên gelê Kurd ku hêviyên xwe di Dahîşê de dîtine. Îro ew bê hêvî dimînin.
Dahîş di Kurdistanê de bi sernakeve ji ber Kurd xudî kultûrekî cudane ji kultûrê miletên deverê û bi taybet ji keltûrê ew ên di binî re piştgiriya Dahîşa tîror dikin.
Di şerê navbera Yûnan û dewleta Osmanî de ku di sala1897ê de rûdayî. Hin rojnemevan ji nivîskarê Rûsî yê navdar Tîşîxof pirsîn:
Bi nerîna te Osmanî bi serdikevin yan Yûnanî:
Tîşîxof got: Bê gûman ew ê Roşanbîr be, wê bi serkeve.
Pirsîn: Bi ya te be, kîjan ji wan roşanbîre
Tîşîxof: Ewê bi serkeve.
Pirsîn: Tu ji Yûnaniyan hezdikî yan Osmaniyan?.Tîşîxof: Ji yê Roşanbîr.
Gotin: Bi baweriya te kîjan ji wan Roşanbîr e.
Tîşîxof: Ew ê serkevtinê bi destbixîne.
Bi baweriya min pîvana tîşîxof pir di cihê xwe de ye.
Nimûne. Cuhî bi roşanbîriya xwe aboriya cihanê tev de bi rêve dibin, Japon bi roşanbiriya xwe tîknolojiya cihanê birêve dibin.
Amerîka desthilatiya cîhanê bi roşan bîriya xwe bi rê ve dibe.
Ez dibînim ku di vê dema kurt de, gelê kurd di nîvê çar dewletên zeftkarên Kurdistan de, gavên pir girîng berve Demkrasiyê avêtine. Îro hemî pêkhatên Kurdistanî ji Kurd û hemî milet û Olên din yên kurdistanî di Perlemana Kurdistanê de nûnerin û rêje ya jinan di nav nûnerê gelê kurd, di perlemanê de ji sedê sî ye. Ev ji xwe ne hatiye. Vê gavên demuqrat ku kurd davêjin, ne ji xwe berê hatiy e, ji kultûrê vî miletiye. Bapîrên me yên Mîdî ji berî 2567 salan, hemî mîrgeh, hozên kurd û miletên vê re jiyane dibûn, hev girtin e ta Împeretoriya Aşor şikandine û ji navbirin.
ku ta niha ti dewletên deverê ne avêtine yan nikarin ji kultûrekî wanî kevneperêst hatiye wek li Erbistana Sudiyê ta niha mafê jinê nîne ku deng bi de ya nûnertiya gel bik e yan turmbîlê bajo, li Komara Îslamî ya Îranê hîn jin û ta mercekî mêr jî di bin qeyd û mecandan de nikarin azadiya xwe ya şexsî bi rê ve bibin. Salane çendîn rojnamevan û jin li sîdarê didin. Li Turkiyê ji bilî mafê miletan bin pê dikin, Teze di sedsaliya bîst û yekan de Berêz Erdogan dibêje cihê jin ê male, dewedike ku jinva jina Turk vegerîne nav çar dîwara.
Gavê em destûr zagûnên herêma Kurdistanê û welatên dorberê didin ber hev, diyar dibe ku kurd pir pêştirin ji dewletên derdorê bi destûr û yasayên xwe. Ev pêşketin ji xwe nehatî, bê gûman Ev ji bingeheke roşanbîrî hatiye ku gel û rêberê kurd roşanbîr nebûna wê nikarîbana ev gavên serkeftî di vê dema kurt de berve deshatdariyek medenî bavêjtana.
Ew ê roşanbîr be li pêş her tiştî wê rêzê li yasayên merovayetî bigre.