Print this page

Mihemed Ismaîl: Tiştê ku li Kurdistana Sûriyê rû dide koçkirin e

Rojava News: Berpirsê Rêveber di nava Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya "Mihemed Ismaîl" got:" Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê di pileya yekemîn de berpirs e di ber koçbirina ku niha li Kurdistana Sûriyê çê dibe " û Ismaîl koçberî bi koçkirinê binav kir.

 

*Niha rewş li Kurdistana Sûriyê çawa ye?

- Niha Kurdistana Sûriyê di rewşeke nebaş re derbas dibe ji warê abûrî, di warê dîtina derfetên kar, ku niha metirsiya siyasî û metirsî li ser jiyana xelkê heye, koçberiya vê dawiyê, ev hemû tiştê ku me amaje pê kiriye dihêle ku seqayekî nebaş peyda bibe.

Li Kurdistana Sûriyê îro roj di jêr kiryarên xerab de mafê miletê Kurd tê xwarin, herwiha gelek desthilat li ser erdê hene û bi vê yekê rewş aloz dibe, lê hêviya milet ew e, ku bi hatina Rûsya û dewletên hevpeymanan  tiştekî nû li Sûriyê rû bide.

 

*Berya çend rojan civîna we ya Komîteya Navendî li Hewlêrê bi rê ve çû, hûn li ser çi bêtir rawestiyan?

-Ev civîn civîneke berfireh ji partiyê re bû, ku hevalên me yên hundir û ji derveyî welat tê de amade bûn, em li ser gelek babetan rawestiyan, helwêsta siyasî ya PDK-Sê derbarê van rûdanên ku vê dawiyê li Sûriyê û deverê pêk hatin, em li ser rewşa Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyê û Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, herwiha mijara koçberiya vê dawiyê û bandora wê ya xerab li ser paşeroja Kurdistana Sûriyê û nasnameya Kurdan rawestiyan. Ji bilî vê yekê behsa kiryarên ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê bi serê xelkê me dike, mîna (leşkeriya neçar- rêbazên xwendinê- ferzkirina bacan li ser dikanan) û herwiha  çawaniya rawestandina van kiryaran. Wek PDK-Sê me nerîna xwe li ser van mijaran anî ziman. Helbet me bi berfirehî behsa karê PDK-Sê kir û çawaniya aktîvkirina kar di  nava rêxistin û dezgehên me de.

 

*Biryarên we çi bûn?

-Biryarên me bêtir girêdayî rewşa hundir ya partiyê bû, û me dikarîbû biryarên baş derbarê vê yekê de bistînin. Herwiha gengeşeyeke baş li ser meseleya koçberiyê hate kirin, ku di nava vê xelkê de kadroyên me hene û herwiha hin jî ji nava serkirdayetiya partiyê hene, me karîbû em hin biryaran derbarê vê yekê de bistînin derbarê hevalên xwe, gelo heta çi radeyê ev koçberî zirarê dighîne doza Kurdî û miletê me. Ji bilî vê yekê em li ser ragihandina PDKSê û damûdezgehên ser bi wê ve rawestiyan û me şêweyê aktîvkirina wê da ber çavên xwe, ku rola wê çi ye, heta çi astê dikare xizmetê bike, helbet di jêr sîwana xizmeta gelê Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistan -Sûriya û rêbaza Barzaniyê nemir.

 

*Çima hûn sedema koçberiyê dixin stûyê PYDê de? -Ew bi xwe koçkirin e ne ku koçberî ye, ji ber biryar û kiryarên ku têne serê miletê me, leşkeriya neçar di serê wan kiryaran de, ku hişt ciwanên me yên xwedan şiyan û karîn derkevin ji derveyî welat, û bi vê yekê zirareke mezin gihandiye civak û doza Kurdî li Kurdistana Sûriyê, herwiha kesên çalakvan û siyasetmedarên ku bi dehên salan kar û xebat kirine, îro roj ji aliyê PYDê û dezgehên ser bi wê ve têne girtin û bi tometên bêbingeh têne tawanbarkirin, tenê ji ber ku nerînên wan ji nerînên PYDê cuda ne û alîgirên rêbaza Barzanî ne. Ferzkirina bacan li ser dikanên welatiyan ew jî sedemeke ji koçberiyê re bi nerîna min. PYDê her berdewam e li ser siyaseta xwe ya yekalî û ev yek dibe pirsgirêk libal xelkê me yê ku bi şoreşê rabûn, da ku fikrê yek partî û yek îdyolojî hilweşînin.

 

*Derbarê rawestandina koçberiyê we çi kiriye?

-Di nava partiyê de hin biryar derbarê vê yekê de hatine standin, lê wekî din, em daxwazê ji hemû dezgehên navdewletî ku di meseleyên hawarçûnê de alîkariyê bikin, da ku koçberî kêm bibe, herwiha em ji kesên ku kiryarên xerab tînin serê miletê me ji kiryarên xwe vegerin, da ku penaberî nemîne yan kêm bibe, wekû PDK-Sê em tekeziyê li ser hemû xalên ku dihêle koçberî kêm bibe dikin, da ku xelkê me baweriyê bêtir bi xaka welatê xwe bîne.

 

 *Vegera Pêşmerge girêdayî çi ye?

-Navên wan Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ne, lê cihê wan Kurdistana Sûriyê ye, xortên me yên ji ber leşkeriya rejîmê reviyabûn, herwiha ji ber gelek astengiyan, û bi awayekî pisporane hatine meşiqkirin û karîbûn di şerê li dijî DAIŞê de li Herêma Kurdsiatnê serkeftinên mezin bidest xwe bînin. Ev Pêşmerge hatine amadekirin, da ku berevaniyê di ber mal û milk û samanên Kurdistana Sûriyê de bikin, ne ji bo şerê li dijî partiyekê yan jî aliyekî siyasî, ew aliyê ku metirsiyê çê dike, ev yek pirsgirêka wî  ye ku naxwaze karê hevbeş bike yan jî berjewendiyên hin aliyan ferz dike, em dibînin ku ev tiştekî şaş e.

 

Mijara vegera Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê xwesteka gelê me ye, û bingeha cemawerî bi tevahî dixwazin ku ev Pêşmerge vegerin ji ber ku dibînin bi vegera Pêşmerge dê ewlehî li deverên Kurdî bête dabînkirin û mafê Kurdan li Kurdistana Sûriyê di demeke nêzîk de gaveke baş bavêje. Helbet di meseleya vegera wan de, dê pêwendî ligel Herêma Kurdistanê û hemû aliyên navdewletî yên ku pêwendîdarê vê meseleyê ne bête kirin.

 

Sîpan Xelîl, Sebah Reşîd-Hewlêr