Print this page

153 endamên parlamentoya Îranê pirojeya kolberên kurd îmze kirin!

02:36:34

 

Rojava News: 153 endamên parlamentoya Îranê pirojeya piştgirîkirina kolberên kurd îmze kirine.

Pirojeya piştgirîkirina kolberên kurd, ku ji aliyê parlamenterê kurd û nûnerê bajarên Serdeşt û Pîranşarê, Resûl Xizrî ve hatibû amadekirin, duh li parlamentoya Îranê hat gotûbêjkirin.

Resûl Xizrî li ser wê mijarê ji malpera kurdpressê re gotiye, di civînê de li ser pirojeyê hat axaftin û astengî û kêşeyên li pêşiya kolberan hatin şirovekirin.

Xizrî her wiha gotiye, heta niha 153 endamên parlamentoya ew piroje îmze kirine. Em hêvîdar in di demek kurt de were pesendkirin û bikeve piratîkê.