Print this page

6 hezar çekdarên ereb bûne hevpeymanê YPGê

02:05:05

 

Rojava News: Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo ragihand, ku 6 hezar şervanên Ereb ên xelkê Reqayê tevli refên HSDê bûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk gundê Ebû Xeşeb li nêzîkî Reqayê kontrol kirin, û Telal silo ragihand, ku 6 hezar şervanên Ereb ên Reqayê tevlî hêzên wan bûne.

Di berdewamiya operasyona Xezeba Firatê de, şervanên HSDê roja înê 24ê Sibatê gundê Ebû Xeşeb kontrol kiri, ku dikeve 23 kîlometriya başûrê navçeya Mekmen li nêzîk bajarê Reqayê.

Ji aliyê xwe ve jî Berdevkê Fermî yê HSDê Telal Silo ragihand, ku piraniya hêzên beşdar di operasyona Reqayê de erebên deverê ne.

Silo diyar kir: Bi tenê ji eşîrên Ereb ên Reqayê 6 hezar kes tevli nav hêzên me bûne.

Silo ev yek jî anî ziman, ku piştî hêzên wan bajarê Reqayê kontrol bikin, dê bajarê Reqayê radestî xelkê bajêr bi xwe bikin.

Şervaneka Kurd a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî dibêje, hêzeke şervanên jin bi tena serê xwe derbasî nav gundekî Reqayê bûn, û xelkê wî gundî ji DAIŞê rizgar kirin.