02:49:08
Rojava News: Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) dibêje, PYD birîndarên xwe dişîne nexweşxaneyên rêjîma Sûriyê yên li Şamê.
Endamê rêveberiya PDK-Sê Seîd Omer ji BasNewsê re got, di navbera PYD û rêjîma Sûriyê de rêkeftinek veşartî heye ji ber ku PYD çekdarên xwe yên birîndar bi firokeyên serbazî dişîne Şamê û li nexweşxaneyên rêjîmê dide dermankirin.
Seîd Omer her wiha got, em nizanin ev rêkeftinên veşartî yên navbera PYD û rêjîma Sûriyê dê gelê kurd li Kurdistana Rojava ber bi ku de bibe!