03:01:40
Rojava News: Tê îdiakirin ku leşkerên tirk li gundê Heragê ya bi ser navçeya Lice ya Amedê gule barandine. Di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.
Walîtiya Amedê li 10 gundên Lîcê, Farqîn û Pasûrê bi hinceta operasyona leşkerî duh qedexeya derketina kolanan îlan kir.
Piştî vê yekê hat îdiakirin ku leşkeran gule reşandine ser gundê Herag a Liceyê û di encamê de welatiyekî bi navê Celal Gozen jiyana xwe ji dest daye. HErwiha welatiyek navê wî nehate zanîn jî birîndar bûye.
Cenazeyê Celal Gozen û welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Weqfa Halis Toprak a Lîceyê û ji vir jî bi helîkoptera leşkerî ve birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargil a Amedê.
Malbata Gozen ê ji bo cenaze werbigirin serê sibehê hatin nexweşxaneyê mînaka xwînê dan.