03:19:32
Rojava News: Li Îranê çalakvan û xwendekareke jin a ji Kirmaşanê ya bi navê Ferzane Celîlî ji aliyê rejîma Îranê ve hat desteserkirin.
Li gorî agahiyên Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) xwendekar û çalakvaneke navdar a jinan a bi navê Ferzane Celîlî li Kirmaşanê ji aliyê rejîma Îranê ve hat desteserkirin û ew birin cihekî nehat zanîn.
Ferzane Celîlî li Kirmaşanê çalakvaneke sivîl a jinan e û bi çalakiya xwe ya ji bo şewitandina xwendekarên gundê Şînawê ya girêdayî bajarê Pîranşarê hatibû nasîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2013an de li gundê Şînawê ya girêdayî bajarê Pîranşarê di encama teqîna lûleya xazê de 28 xwendekarên keçik şewitîbûn û du kesan ji wan jiyana xwe ji dest dabû.