Print this page

Rêvebera Output a Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bû

5:34:39 PM

RojavaNews: Îro roja Şemiyê 25.02.2016 mixabin di dema rûmala bûyerên şerê Mûsilê de, ji ber teqîna bombeyeke vedayî rojnamevana jêhatî ya Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bû û wênegirê wê Yûnis Mistefa jî birîndar bû.

Rêvebera Output a Rûdawê Şîfa Gerdî li wê navçeyê şehîd bû ku berî çend rojan li rexê rastê yê Mûsilê hatibû kontrolkirin û li wir bombeyeke vedayî ya DAIŞê pê de teqiya.

Şîfa Gerdî yek ji kadroyên herî çalak û jêhatî yên Tora Medyayî ya Rûdawê bû. Ji destpêka damezrandina televizyona Rûdawê ve, stêrkeke diyar a ekrana Rûdawê û medyaya kurdî bû.

Herwiha rêvebereke çalak û xwedî bandor a Tora Medyayî ya Rûdawê bû.

Di destpêka operasyona Mûsilê de, bernameyeke taybet bi navê “Focus Mûsil” pêşkêş dikir û bi awayekî meydanî wek rojnamevaneke cengê li eniyên şer amade dibû û zanyarî ji eniyên şer vediguhastin.

 

Şehîdbûna Şîfa Gerdî xemeke mezin gihand Tora Medyayî ya Rûdawê û rojnamevanên Kurdistanê û cihê wê nayê tijekirin.

 

Em bi navê Tora Medyayî ya Rûdawê xemgînî û sersaxiya xwe û hemû karmendên Rûdawê û kesûkarên Şîfa Gerdî û tevahiya rojnamevanên Kurdistanê dikin.