01:31:31
Rojava News: Komek parlamenterên Rojhilatî bi tundî li hember kuştina kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve nerazîbûn nîşan dan û ji hikûmetê xwastin ewên bûne sebeba kuştina wî kolberî, bên darizandin.
Pêr (24 vê mehê) li devera Pirdepanê li gundê Nîwxelîf yê bajarê Serdeştê, kolberekî kurd bi navê Silêman Ebasî ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Li hember wê yekê, nûnerê bajarê Bokanê Mihemed Qesîm Osmanî, nûnerê bajarê Mehabadê Celal Mehmûdzade, nûnerê bajarên Nexede û Şino Ebdulkerîm Husênzade û nûnerê bajarên Seqiz û Bane Muhsin Bêglerî nameyek ji wezîrê navxwe yê Îranê re şandin û bi tundî li hember kuştina wî kolberê kurd nerazîbûn nîşan dan.
Wan parlamenterên kurd ên Kurdistana Rojhilat, daxwaz hikûmetê kirin ewên ku bûne sebeba kuştina wî kolberê kurd, bên darizandin.
Ev cara yekemîn e parlamenterên Rojhilatî bi vî rengî li dijî kuştina kolberên kurd nerazîbûnê nîşan didin.