Print this page

Ji ber PKKê, koçberên Şingalê li Soran venagerin ser malên xwe

02:28:17

 

Rojava News: Berpirsê Rêveberiya Koç û Koçberan a Soran dibêje, ji ber hebûna PKKê li Şingalê û navçeyên din, xelkên ku koçberî navçeya wan bûne, eger PKK ji Şingalê derkeve dê hemû vegerin ser mal û warên xwe.

Lezgîn Qasim ku koçberekî Şingalê ye li Soran, ji malpera KDP.info re ragihand: “Em daxwaz dikin ku ew hêzên ku li Şingalê û derdora wê cîbicî bûne, ji navçeya me derkevin û vegerin cihê ku jê hatine, da ku em jî vegerin ser mal û warên xwe û em ji koçberiyê xelas bibin, ji ber ku heta PKK li Şingalê be em venagerin, ji ber ku eger em vegerin dê zarokên me birevînin.

Koçberekî din bi navê Hadî Xeyrî ragihand: “Eger ti ji her kesekî ji xelkê Şingalê bipirse, hemû hêvî û omêdiya wan ew e ku vegerin ser mal û warên xwe, lê em naxwazin PKK li navçeyê bimîne, ji ber ku heta PKK li navçeyê be, Şingal aram nabe û xelk nikarin vegerin ser navçeyên xwe. Divê em wek xelkê Şingalê biryarê bidin li ser mana hêzên ku li Şingalê parastina me bikin û ti hêz bi darê zorê li Şingalê bi ser xelkê de neyê ferizkirin.”

Berpirsê Rêveberiya Koç û Koçberan a Soran Ebas Emîr ji malpera KDP.info re ragihand: “Li sînorê îdareya me 25 hezar koçber hebûn, nîvê wan ku Ereb û Kurdên Şebek bûn, vegeriyane navçeyên xwe. Yên ku dixwazin vegerin jî em alîkariya wan dikin. Lê Kurdên Êzdî û xelkê Şingalê venagerin, ew jî ji ber hebûna PKKê li navçeya wan û wek ew dibêjin, heta PKK li Şingalê be ew venagerin navçeya xwe, lewma jî daxwaz dikin ku zû PKK ji Şingalê derkeve. Herwiha ji ber nebûna xizmetguzareyan jî xelk venagerin ser navçeyên xwe, ku ew jî ji ber PKKê ye ku rêxistin nikarin vegerin ser warên xwe.”