01:20:56
Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêmê de wiha hatibû:"Roja Yekşemê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwendineke fermê ji Serokomarê Tirkiyê giheşte wî welatî û li firokxaneya Istenbolê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Yildiz ve hate pêşwazîkirin ew pêşwazî hevdem li gel bilindkirina alaya Kurdistanê li frokxaneya Istenbolê bû û li heman bajarî jî Serok Barzanî û Serokomarê Tirkiyê civiyan."
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma di wê civînê de Wezîrê Enerjî yê tirkiyê Berat Bayrak, Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Yildiz û Serokê Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê Hakan Fîdan amade bibûn.Pêwendiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bi taybet di ware aborî de hatin behskirin, herwiha di civînê de balkişandin li ser serdana Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yeldirim berî demekê bo herêma Kurdistanê.
Herwiha di civîna Barzanî û Erdogan de jî behsa şerê DAIŞê û qonaxên operasyona rizgarkirina Mûsilê hate kirin, ji aliyê xwe ve Serokomarê Tirkiyê piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê dûpatkir, di heman civînê de rewşa siyasîa navçeyê , kongreya Cunêv û kirîza Sûriyê û pêwendiyên di navbera Iraq û Tirkiyê de hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civîna Barzanî û Erdogan de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên û Berdevê Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî amade bibûn.