Print this page

Turk: Barzani aktorekî giring e

02:03:46

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk li Enqereyê civiyan. Turk piştî civînê teqezî li ser giringiya rola Barzanî kir.

Turk piştî civînê daxuyaniyek da û wiha got: Ji kurdan gelekî giring e ku kurd bi rêya siyaset û dîplomasiyê ji bo mafê gelê kurd siyasetek gelek bergfireh dimeşînin. Siyaseta her tiştî di nava siyaseta kurdan de kurd heger bikaribin nêrînên xwe fîkrên xwe parve bikin. Ya giring ew e. Serokê Kurdistanê Barzani ji bo kurdan aktorekî gelek giring e. Em dixwazin ev şer betal bibe. Siyaseteke aşti û azad bimeşe. Em vê dixwazin.

Herwiha Turk wiha jî got: "Armanca me ew e ku ji bo aştiye gaveke nû bê avêtin. Îro hevserok, parlamenter û gelek hevserokên şaredariyên me di zindanan de ne. Siyaseta îro te meşandin hem ji bo gelê kurd û hem ji bo gelê tirk gelek xirab e. Her diçe astengî û alozî zêdetir dibin”

Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk wiha dewam kir: Herwiha Pirsg,rêkek îro li Rojhilata Navîn heye. Siyasetek ne baş tê meşandin. Ez hêvîdar im hemû siyasetmedarên kurd ji bo yekîtiya kurdan û demokrasiyê û aştiyê rola xwe bilîzin."

Ji aliyê din ve, Şaredarê Bajarê Agiriyê Sirri Sakik serdana Barzanî bi giringî nirxand û wiha got: "Kek Mesud aktorekî kurdan e li ser xelkê kurd û siyaseta tirk jî bandora wî heye. Ji bo aştiyê bandora wî gelek e. Ew dîsa dixwaze şer bi dawî bibe bi sulhê bi dawî bibe. "