9:09:34 PM
RojavaNews: Îro çarşemê 1.3. 2107, li gundê Helaq li gundewarê navçeya Aliyan, xwecihiyên ENKSê li Tirbesipiyê û Çilaxa û Girkê Legê salvegera 38an ya koçbûna Barzaniyê nemir vejand.
bi hezaran xelk beşdarî bîranînê bûn, herweha şandên encûmenên xwecihî yên ENKSê û rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û yên ciwan û jinan di boneyê de amadebûn.
Tê zanîn ku Barzaniyê nemir di sala 1979an de li naexweşxaneya Corc Waşintin koça dawî kir.