Print this page

Şerê li rojavayê Minbicê dijwartir bû!

22:14:01

 

Rojava News: Hate ragihandin ku komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirine û di encamê de jî şerên dijwar rû dan.

Li gorî nûçeyên Sputnîkê: Artêşa Tirkiyeyê êrîşî noqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li derdora gundê Til Torîn ê rojavayê bajarê Minbicê kirine. Li ser bersivdayîna Şervanan di encamê de, pevçûnên dijwar rû dane.

Ev du rojin ku artêşa Tirkiye û komên ku piştgiriya wan dike bi awayekî dijwar, êrîşî gundên rojavayê Minbicê dikin.