14:11:09
Rojava News: Endamekî Serkirdayetiya Partîiya Demokratî Kurdistan li Sûriyê(PDK-S) ragehand ku, hemû baregehên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) û partiyê din ê Kurdistana Rojava ketine bin êrîşa çekdarên PYD.
Derbarê êrîşa li ser ofîsên ENKS li bajarên Kurdistana Rojava Endamê Serkirdayetiya Partîiya Demokrata Kurdistan li Sûriyê(PDK-S) Seîd Umer ji BasNewsê re ragehand ku, piştî revandina Endamekî serkirdayetiya PDK-S, PYD êrîşî malên kadirên din ên PDK-S kirine û li çend navçeyan malên wan talan kirine.
Wî serkirdeyê PDK-S da zanîn ku, li her egereke nexwastî rûbide PYD berpirsyar e û divê berpirsyaretiya wê yekê hilgire.
Îro alîgirên PYD êrîşî çend ofîsên ENKS li bajarên Kurdistana Rojava kirin û alaya Kurdistanê anîne xwar û hemû kelûpelên wan ofîsan şewitandin, herwiha endamekî serkirdayetiya PDK-S girtin û avêtin derveyî sînor.