Print this page

Li Ezazê 7 kes di teqînekê de hatin kuştin

11:37:12 PM

RojavaNews: Li bajarê Ezazê ya li bakurê Helebê, 7 kes di encama teqîneke xwekuj de hatin kuştin.

Li gor ajansên opozisyona Suriyê, îro di encama teqîneke xwekuj de li baregehê Cebhe  El-Şamiye li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê  7 kes hatin kuştin, ku 3 ji wan çekdarên opozisyonê ne.

Herwiha 11 kesên din jî brîndar bûn, ku piraniya wan sivîl in.

Cebhe  El-Şamiye di hefteya borî de tevahiya beregehên xwe yên leşkerî radestî hikûmeta demkî ya opozisyonê û polîsên azad  kiribû, ew jî li ser daxwaza welatiyan, ku gotibûn divê yekîneyên serbazî di nav bajar de nemînin.