Print this page

Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê êş û azarên terorê baş têdigehe!

12:26:31

 

R0java News: Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa terorîstî ya paytexta Brîtanyayê Londonê şermezar kir, ku di encamê de 5 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest da û 40 kesên din jî birîndar bûn.

Nêçîrvan Barzanî ragehand: ‘’Ez bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikim, ku nêzîk awahiya parlamentoya Brîtanyayê û di navenda Londonê pêkhat û ez serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyan û gel û hikûmeta Brîtanyayê dikim, hêviya silametiyê bo birîndaran dixwazim.’’

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje: ‘’Gelê Kurdistanê ku di rêzên pêş de li hember terorê rawesta ye, pir baş ji êş û azarên terorê têdigehê û îro li gel gelê şahnişîniya yekgirtî de hemsoz û hevxeme. Ev êrîşa terorîstî teqez dike ku pêwîste civaka navnetewî û cîhana azad bi awayeke bihêz û teqez li her cîhekê li dijî terorê tekoşînê bike û ji bo wê armancê jî zêdetir hemahengiyê bike.’’