01:57:11
Rojava News: PKK fermanek nû bo wan malbatan derdixe ku kurên wan di nav hêzên Pêşmergeyên roj de ne û biryare ji hemû saziyên rojava derbixin.
Li gor nuçeya Bas Newsê Endamê desteya xwecihî ya ENKSê Neşwan Heso gotiye; ’PKK fermana derxistina wan malbatan derxistiye ku ew malbatên kurên wan di nav hêzên Pêşmergeyên roj de ne, herwaha her malbatek ku girêdayî fermana PKKê nebe û kurên xwe venekşînin ji nav hêzên Pêşmergeyên roj de, wê wan bikin der û ji fermangehên rojavayê Kurdistanê bên dûrxistin.’’
Ew endamê desteya xwecihî ya ENKSê got: ‘’PKKê lîsteyek amade kiriye bo geryana li ser wan malen ku kurên wan di nav Pêşmergeyên roj de ne û fişar xistine ser wan ku li rojavayê Kurdistanê nemînin.