Print this page

2 jê jin, 3 kurdên ji Rojava li Şemzînanê di çem de xeniqîn

18:54:36

 

Rojava News: Li ser sînorê navçeya kurdan Şemzînanê ya girêdayî Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê 2 penaberên ji Rojava di Çemê Mawan de xeniqîn û yek jî wenda bû.

Du jinên ji Rojava li ser sînorê navçeya Şemzînanê ya girêdayî bajarê Colemêrgê û navçeya Mêrgesorê ya girêdayî Herêma Kurdistanê di Çêmê Mawanê de xeniqîn, ku termê jineke ji wan hêj jî nehatiye dîtin.

Qeymeqamê Mêrgesorê Xefûr Mele Ehmed di derbarê bûyerê de got, "Îro di roja Yekşemê ya 26ê Adara 2017an de du ciwanek û du jinên ji Rojava xwestine biçin Bakurê Kurdistanê lê her sê jî ketine nava Çemê Mawan a li ser sînorê Mêrgesor û Şemzînanê û xeniqîn. Termê jinekê û ciwanê xeniqî ji avê hatiye derxistin lê jinek hêj jî wenda ye."

Qeymeqamê Mêrgesorê diyar kir ku nîştecihên gundên Şemzînanê termê wan kesan ji avê derxistine û birine aliyê xwe.