Rojava News: Piştî ku, duh, Çekdarên ser bi rejîma Sûriyê ve li bajarê Efrînê ya Kurdistana Rojavayê bi sedan hemwelatiyên kurd girtibûn, îro 200 welatî serbest hatin berdan.
Çalakvanên rêxistinên sivîl ji BasNewsê re ragehand ku, Îro piştî nîvro rejîma Sûriyê li bajarê Efrînê 200 welatiyên Kurd piştî rojekê ji girtina wan ku ji jin û zarokan pêkdihat serbest berdan û niha jî hewla berdana pêkhateya Ereb tê kirin.
Li gor heman çavkaniyê mîlîşyatên rejîma Esed tenê jin û zarok berdan, lê heta niha zilam li cem wan girtîne, tê pêşbînî kirin ku, di demên bê de ew jî werin berdan.
Berî niha serkirdeyê PDK-Sê Ebdulrehman Apo ji BasNewsê re ragehandbû, 500 hemwelatiyên Kurd di rêya di navbera bajarên Heleb û Efrînê dihatin male xwe ji aliyê mîlîşyatên rejîma Esed ve hatibûne girtin.
Di piraniya navçeyên Kurdistan Rojava, ku di bin desthilata PKKê de ne, leşker û milîsên rejîma Baas a Sûriyê binke û rawestgehên xwe hene û hemahengiya xwe li gel PKKê ve karên xwe birêve dibin.