02:48:38
Rojava News: Nirxê Lîreya Sûriyê li hember Dolarê dadikeve. Ev jî bandora xwe li ser jiyana Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nîşan dide.
Dolar li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê zêde dibe, niha li bazara pereyan, dolar bûye 550 lîreya Sûriyê.
Ji ber ku her tişt ji derveyî Sûriyê, ji bo wî welatî têne hawirdekirin, danûstandin jî bi dolarê pêk tê. Ev jî dibe sedema buhabûna kelûpelan.
Li Qamişloyê dikandarên guhertina pereyan ji vê rewşê gilîdar in.
Gel jî diyar dike ku êdî nikarin tiştekî bikirin. Gelek kes nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane jî bi cih bînin.