Print this page

Alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî yê Kerkûkê tê bilindkirin

14:20:39

 

 

Rojava News:  Encumena parêzgeha Kerkûkê biryar da alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî yên bajêr were bilindkirin.

Endamên encumena parêzgeha Kerkûkê îro danê sibê li ser alaya Kurdistanê civiyan. Di civînê de biryar hat dayîn êdî alaya Kurdistanê jî li kêleka alaya Iraqê li ser dezgehên fermî yên bajêr were bilindkirin.

Endamên turkmen û ereb civîn baykot kiribûn.