Print this page

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî bo Kurdistanê banga alîkariyê kir

13:35:14

 

Rojava News: Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ku ji bo serdanekê Herêma Kurdistanê bû, roja înê çû serdana kampên koçberan ên li Hewlêrê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Du roj berê 30ê Adara 2017an Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hatibû Hewlerê paytexta Herêma Kurdistanê û piştî hin hevdîtinan serdana kampa koçberan.

Guterres li kampê geriya û pirsgirêkên koçberan guhdarî kir û piştre jî civînekê rojnamevaniyê li dar xist.

Antonio Guterres di daxuyaniya xwe de got: "Raya navdewletî, bi mexdûrên şerî re qasî ku pêwîst e eleqedar nabe. Pêwîstiya me bi piştgiriya zêdetir heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewleke mezin dide. Saziyên sivîl hewl didin. Hewldanên Neteweyên Yekbûyî jî berdewam in. Lê tiştên ku me bi dest xistiye, têr nake. Em li hember hewcedariya vî qasî, dikevin tengasiyê."

Herwiha Guterres wiha pê de çû: "Ji bo ku em ji vî gelî re jiyaneke asayî pêk bînin, civakên navdewletî bi têra xwe piştgirî nedan me.Welatiyên ku ji destê DAIŞê direvin her roj zêde dibin."