Print this page

Li Serdeştê dîsa kolberekî kurd ji zinarekî de ket û jiyana xwe ji dest da!

13:41:12

 

Rojava News: Duh li devera Bêtoşê ya bajarê Serdeştê, kolberekî kurd ji ber giraniya barê xwe di zinarekî de ket.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ew kolberê kurd, ku pîremêrekî 65 salî bû, di cih de can da û mir.

Zivistana borî gelek kolberên kurd li Kurdistana Rojhilat ji ber aşût û bûyerên sirûştî jiyana xwe ji dest dan, ji bilî wê ku salane gelek kolber ji aliyê hêzên Îranê ve tên kuştin.