13:49:50
Rojava News: li navçeya Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê 2 Zarokên ko piştî teqînekê birîndar bûbûn mirin.
2 roj berê li navçeya Nisêbînê Taxa Abdulkadîr Paşayê 2 zarokên ko bira hevudu bûn li erdekî teqemenî dîtibûn piştre ew teqemenî di destê wan de teqiyabû.
Piştre zarokan ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxaneyê. Lê hate zanîn Fatîh Gûneş ê 5 salî û Havîn Gûneş a 3 salî canê xwe ji dest dane.
Li Bakurê Kurdistanê gelek caran teqemeniyên ku wekî bermayiyên operasyonên leşkerî mane li kolanan ji aliyê zarokan ve tên dîtin û di destê wan de diteqin . Ev yek jî dibe sedema mirina zarokên Kurd.