Print this page

Mihemedê Hacî Mehmûd: NY razî bûye serepereştiya referandomê bike

13:55:08

 

Rojava News: Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd ragihand, NY heta astekî razî bûye serpereştiya referandoma serxwebûna Kurdistanê bike.

Îsa li Herêma Kurdistanê referandoma serxwebûnê tê kirin lê hîn roja wê nehatiye destnîşankirin.

Li ser mijara referandomê, sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd ji BasNewsê re got, di serdana dawiyê ya Barzanî bo Ewropa de, Barzanî peyama gelê Kurdistanê gihand nûnerên welatên cîhanê û ji wan re got ku em dixwazin biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin ji ber wê jî em dixwazin gelên cîhanê ji vê yekê agahdar bibin. Ewên ku me pê re hevdîtin kirin, hemiyan piştevaniya vê yekê kirin. Îsal referandom tê kirin û ev yek bi piştevaneka mezin tê encamdan.

Mihemedê Hacî Mehmûd her wiha got, Kak Mesûd dê xebatên xwe yên dîplomatîk bo referandomê xurttir bike, ji xwe partiyên siyasî jî piştevaniya vê yekê dikin. Amerîka û NY û hêzên hevpeyman jî piştevaniya vê yekê dikin.

Wî siyasetmedarê Kurdistanê eşkere kir ku NY heta astekî razî bûye serpereştiya referandomê bike û got, ev jî cihê kêfxweşiyê ye.

Pêr endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ji BasNewsê re got, referandoma serxwebûnê îsal tê encamdan.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî heman rojê ji sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, ku serdana Kurdistanê kiribû, re gotibû, di demek nêzîk de referandoma serxwebûna Kurdistanê tê encamdan.