Print this page

Pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê eşkere bû

11:49:01

 

Rojava News: Pirsa ku di referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê de ji gelê Kurdistanê were pirsîn, eşkere dibe. Serkirdeyekî Kurdistanê jî dibêje, referandom pêwîstî bi biryara parlamentoya nîne hikûmet dikare vê yekê bike.

Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî, piştî civîna duh ya YNK û PDKê li ser referandomê, ji televîzyona K24 re axivî û got, encamdana referandomê hêsan e, ne karekî zehemet e û pêwîstî bi wê yekê nîne parlamento biryar bide hikûmet dikare wê biryarê bide.

Hoşyar Zêbarî her wiha got, piştî referandomê yekser serxwebûn nayê ragihandin ji ber ku qonaxa ragihandina serxwebûnê pêwîstî bi amadekariyên zêdetir e.

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî jî li ser referandomê li ser rûpela xwe twîtterê gotiye, di referandomê de dê pirsek ji gelê Kurdistanê were kirin: “Gelo tu serxwebûna Kurdistanê dixwazî?” û bersiva wê jî “erê” yan “na” ye.

Beriya niha endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ji BasNewsê re gotibû, biryar hatiye daîyn îsal referandom bê kirin.