11:54:49
Rojava News: Li nêzîkî kampa Dareşekranê ya ser bi Hewlêrê ve di bûyereke trafîkê de 3 penaberên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dan.
Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê Fazil Hacî ragihand, doh demjimêr 15:45 li nêzîk kampa Dareşekranê otomobîlekê li matorsiklekî da, ku 4 kes li ser motorê bûn.
Fazil Hacî got, di encama bûyerê d 3 ji wan kesên suwarê motorsîklêtê canê xwe ji dest dan û kesekî din jî birîndar bû.
Hacî herwiha dibêje, di vê bûyera trafîkê de bav, dayik û zarokekî wan canê xwe ji dest dane û zarokekî din jî birîndar e.
Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê diyar kir, kesên ku di nava otomobîlê jî de bûne, 2 ji wan ku jin in birîndar bûne û hersê birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine şandin û rewşa wan nebaşe.
Polîs herwiha sedema wê bûyerê ji bo lezatiya ajotinê vegerand.