12:25:54
Rojava News: Beşek ji endamên sê malbatên êzîdî yên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.
Berpirsê ofîsa revandiyên êzîdî li Duhokê, Husên Qaidî ji BasNewsê re got, 7 kurdên êzîdî yên ku di serdema hikûmeta Nûrî Malikî de ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.
Husên Qaidî her wiha got, ewên ku hatine rizgarkirin 5 jê zarok in û yên din jî jin in. Beşek ji endamên sê malbatên Şingalê ne.
Berpirsê ofîsa revandiyên êzîdî da zanîn ku ew revandiyên êzîdî bi alîkariya dezgehên ewlehî yên Duhokê û Pêşmerge hatine rizgarkirin û got, piştî demek dirêj gihîştin malbatên xwe.