22:54:26
Rojava News: Hat ragihandin ku hêza çekdar a Heşdî Şebî li navçeya Xurmatûyê di nava du rojên borî de 4 hemwelatî revandine.
Li gorî nûçeya Basnewsê, berpirsê çapamenî yê Qeymeqamiya Xurmatûyê ragihandiye ku tenê du rojên borî de li navçeya Xurmatûyê 4 hemwelatî ji aliyê hêza çekdar a Heşdî Şebî ve hatine revandin.
Berpirsê çapamenî yê Qeymeqamiya Xurmatûyê Mihemed Fayîq dibêje: ‘'Tenê di wan du rojên borî de li navçeya Xurmatûyê 4 hemwelatiyên erebên sunî ji aliyê grubên çekdar ên şîe ku weke Heşdî Şebî têne naskirin ve hatine revandin. Herwiha 2 hemwelatiyên din jî heta niha bê serûşûmin, di 15 rojên borî de 6 hemwelatiyên niştecihên Xurmatûyê hatine revandin."
Mihemed Fayiq di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Ew hemwelatiyên li Xurmatûyê hatine revandin niştecihên taxa Eskerî ya bajêrin û weke tolhildanê nêzîkatiyê li wan dikin."