13:04:02
Rojava News: li bajarê Stenbolê Dezgeha Barzanî ji bo karê wê yê berdewam di alîkariya penaberan û koçberan de ji aliyê Dezgeha Aştîxwaz a WIAM û Opozîsyona Sûriyê ve hate xelatkirin.
li gor nûçeyekê ya K24ê Komeke berpirsên Opozîsyona Sûrî û Saziya Aştîxwaz a WIAM li Stenbolê ji bo alîkariyên ku ji aliyê Dezgeha Barzanî ve li her çar perçeyên Kurdistanê û li welatên derûdor bo penaberan hatine kirin bernameyeke taybet li dar xist, tê de spasiya Dezgeha Barzanî kirin ku heta niha alîkariya bi sed hezaran xizan û penaberan kirine.
Ji bo alîkariyên ku li penaberan hatine kirin, plaketekê pêşkêşî Dezgeha Barzanî hat kirin.Xelatî jî ji aliyê endamekî wê ve hate wergirtin.
Tê zanîn ku, dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi awayeke berdewam alîkariya hemû penaberên Herêma Kurdistanê dike, ku li gor Wezareta Koçûkoçberan hejmara wan digehe yek milyon û 800 penaberî.